Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 17 peyam
    eqîda îmanê

    eqîda îmanê

    1. Eqîda Îmanê, berhemek ji wan berhemên ehmedê xanî wî ya olî ye. ev berhemena wî, li ser Îmanê û aqil bi hev re disekine. Rêya biaqil, di îmanê re dide nîşandan.



    Eqîda îmanê



    Li bate muheqqeq bitin ev cewab

    Diho gote min hatifê bê hîcab



    Sa Ehmed senake bi qewlê sehîh

    Li tewhîda Barî bi lefzê fesîh



    Xwedê yêke bê hevrê û bê heval

    Ne me’zulîye ne mirin ne zewal



    Ne esl û ne fesl û ne da û ne bab

    Heyîn wî heyîna wî nabit hîsab



    Ji bo wî çunîn e, cîhat û mekan

    Ne ma nend û misl û ne hemta nîşan



    Li wîra nebûrîne weqt û zeman

    Ne sal û ne mah û ne hîn û ne an



    Ebed dê hebitin ezel her heye

    Di dunya û ‘uqba Xwedayê me ye



    Ewî afirandin em û cumle xelq

    Nihin xeyrê wî qet çu xaliq bi heq



    Resûlê di wî cumle heqqin temam

    Xusûsen Mûhemmed ‘eleyhisselam



    Ku ser defterê cumle ‘alem ew e

    Nubuwwet xwe mektûb e xatem ew e



    Xwedê afirandin ji bo wî felek

    Ji bo xidmeta wî şihandin melek



    Ku quran ji ‘erşan di gel wan hinar

    Ji bo wî hebîbê xweyî bextiyar



    Ji bal xwe bûraqek ji bo ra şihand

    Lê zînek muresse’ ewî rûnihand



    Bûraqê di gel refrefê dest bi dest

    Bi emrê Xwedê ew birin pêşê dest



    Di heft asîmanan ewî êwerand

    Biqasî du qewsan vibal xwe gihand



    Hilanî Xwedê perde rakir nîqab

    Cemala Xwedê dît ewî bê hîcab



    Du caran bi çehvan cemala wî dît

    Li derrê melayên dibêjin nedît



    Mebe bê sebeb munkerê “Qed rea”

    Ji xelqê “Temarûn ‘ela ma yûra”



    Eger tu bêjê li kû dî Xweda

    Xwedê go linik “sidretul munteha”



    Mûheqqeq bizan wî Xwedê dîtiye

    We lêkin nizanit heqîqet çiye



    Ji bo wî çunîn e nezîr û şebîh

    Kesê wesfê kit dê çi bêjit bedîh



    Sîfatê di seb’e ji bo Zul-Celal

    Bizan heft in, ey ‘arifê pir kemal



    Xweşî şîn û zanîn û vîn û kelam

    Bihîstin digel dîtinê bûn temam



    Qedîmin wekî zatî cumle sîfat

    Ne ‘eynî di zatîne ne xeyrî zat



    Xwedê nîn e cewher ne cizm û ‘ered

    Ne kule ne be’d e, bizan bê xered



    Eger bê guneh me mu’ezzeb bikit

    Ji wîra heye me mueddeb dikit



    Rewa ye bikit ew li xelqê meşaq

    Bi qehra xwu teklîfa “ma la-yûtaq”



    Erê key bi zulmê tekelluf dikit

    Di mulkê xwe de ew teserruf dikit



    Li me ferz e herçî ji bo wî bikêr

    Ne ferz e li wî ya ji bom e bi xêr



    Îrade diket ew bixeyr û şeran

    Rida nîn e emma bi fê’la şeran



    Bizan bende muxtarê fê’la xwe ye

    Ne xaliq ne mecbûrê fê’la xwe ye



    Muwafiq nebit qewl û niyet ‘emel

    Li ba me dibêtin di îman xelel



    Mirovê bi îman di dojê muqîm

    Bizane ku namînitin ey hekîm



    Musulman bi qetl û zinayê çunar

    Ne kafir dibe ne muxeled dinar



    Ji me’siyyetan lazime tewbe zû

    Guneh nîn e tewbe nebêtin li dû



    Ne me’ezûr e cahil ku ‘aqil bitin

    Ji xaliq bi cehla xwe xafil bitin



    Mirovê nezan bêt û nadan û sist

    Dibêtin bi teqlîdê îman dirust



    Di weqtê ‘ezabê Xwedê kit nizûl

    Li ser kafiran nîn e îman qebûl



    Ji ‘ezl û gunahan Nebî bûn berî

    Ji bo qismê jin nîn e pêxemberî



    Welîyyan keramet dikin jê zihûr

    Dikin xerqê-‘adet gelek jê sidûr



    Xwedê dê bibînin musulman bi çav

    Wekî sahî bêtin heyîva tevav



    Jibîr dê bikin nî’meta cennetê

    Wekî dest bidin dewleta ruyetê



    Betal e tenasux, muhal e hulûl

    Meke ittîhada du tiştan qebûl



    Eger tiştikî purr mucezza bikî

    Qebûl nakit êdî mucezza bikî



    Heyûla çunîn e, ’edîm e, ’edîm

    Dinê kafire, ê dibêjit qedîm



    Meke lec di Luqman û Iskenderî

    Ji bo wan ne me’lûm e pêxemberî



    Melaik şeyatîn û cinnan wucûd

    Heye da nekê bûyînawan cuhûd



    Wekî yêkin ev herdû bê şek temam

    Dirizqiyyetêda helal û heram



    Bibêjim te fedla sehabê resûl

    Bican bike bawer bidil ke qebûl



    Ebû bekrê Siddîqê yarê şefîq

    Ew e saniyesneyn di xarê refîq



    Ji ewwel di fedlê ser-amed ew e

    Kerîm e û sahib keramet ew e



    Li pêy wî bi heq ‘Umerê dîn-penah

    Bi fethê diwî şa ne xwendkar û şah



    Xîlafet kemer bû mecala wî best

    Ji hukmê wî puşta muxalif şikest



    Li pêy wîye ‘Usman bi heqqê hekîm

    Di ‘ilmê ‘elîm û di hilmê helîm



    Ji Kerrarî efdeltir e bê guman

    Ev e î’tîqada me der heqqê wan



    Di pêy wan ‘Elî sahibê zulfîqar

    Suwarê li dildul şehê namîdar



    Tefewwuq li ser yên di mayî heye

    Bi me’na birayê resûlê me ye



    Şefa’et dikin enbiya ewliya

    Bi izna Xwedê bo kesê eşqiya



    Di xeyb û hudûrê du’ayan eser

    Dibêtin ji bora eya baxeber



    Bi fê’lê diqenc da nekê minnetê

    Bi fedla Xwedê di biçê cennetêv



    Bihişt û cehennem hene vê demê

    Fena nabin û naçine ‘edemê



    Yeqîn dê bibêtin di yewma-qiyam

    Hîsaba helalê ‘ezaba heram



    Ji bo ehlê xêran necat û rîda

    Ji bo ehlê şerran ‘îqab û ceza



    Di qebrê dibêtin ji xelqê mirî

    Sûala Nekîrî digel Munkerî



    Di heşrê terazî û mîzan heye

    Xerabî û qencî û kêşan heye



    Sîrat ew pura purr bi xewf û xeter

    Cemî’ê xelaiq dikin lê guzer



    Cehennem dibinda û cennet li pêş

    Li ser wê îlahî tu destêm bikêş



    Weger ne, ezî mucrimê bed’emel

    Dizanim ku dê bê te pêy min zelel



    Bi zenb û qusûrê di min tu nekî

    Di gel min bi ihsan û lutfa xwekê



    Min û cumleyê ummeta Mustefa

    Bibê cennetê tabi’ê Mustefa



    Ehmedê Xanî



    04.03.2015 11:49 | xendekî

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Ger yê di bin xaniyan de zû newin derxistin îxtîmaleke mezin e ku wê j...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Rûbareke berfireh ji vê erdhejê bi bandor bû. Şeşê meha duyemîn ya sal...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Erdhejeka pir mezîn e ku li dîlokê qevimî lê li gellek bajarên bakûr r...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Zirar daye sûriyê jî. Bi kîjan saziyê û bi kîjan hesaban Mirov dikare ...
    06.02.2023 erdheja li dîlok û bajarên derdorê [1]
    Derbasbûyî be hevalno, hêvî dikim hemû tirşikvanên me tevlî malbat û c...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » eqîda îmanê

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî