6. wek stranbêjekî stranbêjek têra xwe serkeftî û jêhatî ye û di warê mûzîkê de kes nikare bibe serê neynûka wî lê ji bilî çend daxwuyanî û stranên wî yên berî mirina wî ku li gorî min ji ber êşa sirgûniyê hatine kirin eleqeya wî û kurdîtiyê zêde nîne.. derhêner û aktorê navdar yılmaz güney jî berhemên xwe bi tirkî didan lê li tu derî xwe ne dispart paş perdeya çepgirî û sosyalîzmê li her ser her zemîn û platformekî û li bin her banekî nasnameya xwe ya kurdî û doz û daxwaza avabûna kurdistaneke yekgirtî û serbixwe li ber çavên dost û dijminan radixist.. di danîna enstîtuya kurdî ya parîsê roleke gelek aktîv lîstiye û ji bo raya giştî ya cîhanê bi doza kurdistanê bihese hem bi filmên xwe û hem jî bi gotin û gotarên xwe yên rasterast kar kiriye û ked daye.. lê ahmet kaya wek min gotî hetta şeva ku rastî lînca hunermendên dêqehb û pê re jî ya çapemenî û raya giştî ya şîrheram hatî her li gorÎ konjonktûrê tev digeriya û heta jê dihat xwe ne ji dêrê dikir û ne jî ji mizgeftê dikir.. wek min di serî de jî gotî di warê mûzîk û mûzîkalîteyê de gelekî serkeftî ye û heta niha jî di nav stranbêjên tirk de kes nikare avê li destan bike lê ji aliyê kurdayetî û kurdistanîbûnê ve sist û qels û zeîf bû.. |
|
04.08.2013 05:48 |
endazer
![]() |
![]() |
beytocan [2] |
![]() |
beytocan [1] |
![]() |
xetên sor ên tirşikvanan [2] |
![]() |
hak-par [1] |
![]() |
şeyh bedrettin [1] |