Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
jan axîn

jan axîn

1. mûzîkjeneke kurd yê modern e. mûzîka cûreya rock çêdike. ji êlihê ye û sala 1973ê de hatiye li dinyayê. navê wî yê rastîn nihat e û li amedê kafeyek bi navê portakal, deşixulîne.



stranên wî bi gotinên xwe balkêş in ji ber ku ji helbestên helbestvanên navdar hatine çêkirin ku nav van helbestvanan de louis aragon, konstantinos kavafis, baba tahirê uryan, rênas jiyan jî hene. ji vî alî ve teqdîrek mezin heq dike ji ber ku vî karê zehmet bi serkeftin kiriye.



stranên wî hema bêje hemû jî xweş in. gotinên stranan, mûzîkên wan û şêweyên wan xweş in. dengê wî jî nerm û germ e lê mixabin zêde ne quwet e û loma dema biqîre hinekî nexweş e.

jan axîn bi taybetî bi strana xwe ya "evîndar" navdar bû û haz hezkirin.



heta niha du albûmên wî derketine.

albûma evînên şkestî (2005);

(bnr: evîna bextewar tune ye)

(bnr: wax wax)

(bnr: gulevîn)

(bnr: balada girtîgeha reading ê)

(bnr: can were)

(bnr: meşîn)

(bnr: yara wenda)

(bnr: evîndar)

(bnr: sebra azad)



albûma bajar (2011);

(bnr: evîna bextewar tuneye)

(bnr: xeydoka bajêr)

(bnr: keçikê bimeş)

(bnr: siwaro bajo)

(bnr: delal)

(bnr: kerîm lawo Çeqilmast)

(bnr: bajar)

(bnr: kul Û kulîk)

(bnr: ditirsim yar)

(bnr: sînem)

(bnr: bajar)



04.08.2013 11:43 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene