Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
grafîtî

grafîtî

2. Li kolan û kuçeyên bajarên mezin, li ser dîwarên avahî û pireyan, nivîsên ku bi boyaxên sprey û neqşên balkêş hatine nivîsîn bala mirov dikşînin. Ne tenê nivîs hin sêmge, sûret û îşaretên ku li gel nivîsan hatine xêzkirin jî hêjayê pesnê ne. Li gelek deveran jî li ser derebe û deriyê dikan û mexezeyan bi tîpên mezin, gilover û bi şikl û şêmal ew nivîs û neqş derdikevin pêşberî mirov. Ew şeweya nivîs û neqşê ku wek grafîtî tê bi navkirin heya salên 1970yan li metropolên cîhanê, weke rêbazeke anarşîzmê û serhildêriyê dihate zanîn û dîtin. Piştî salê 1970yan bi taybetî li Stenbolê, li Tirkiyeyê jî destpê bû ku ew şêwe derkeve pêşberî mirov. Di etîmolojiya Yewnan de peyva grafîtî ji peyva graphein çêbûye ku ew jî tê wateya nivîsandinê, peyva sgraffîto heta roja îroyîn ligel gellek xeletxwendin û guherînan weke peyva grafîtî hatiye û hebûna xwe parastiye. Dîroka hebûna grafîtîyê digihêje destpeka hebûna jiyan an mirovahiyê. Wexta ku mirov bi vî awayî lê dinihêre, li Fransayê di şkeftên Lascaûs de wêneyên mirovên pêşî ku bi kevir û hestiyan xêz kiribûn divê bête bîra mirov. Em tê digihêjin ku mirovên pêşî bi saya hestî û toza rengîn teknîkên weke stencîl û spreyê jî bi kar anîne. Li Pompei piştî lêkolînên şûnwarnasî gellek grafîtî hatine dîtin. Grafîtî xwedî şêwaz, xwegirêdan, lîteratûr û sektora bazirganiyekê ye. Ji serdemên qedîm heta roja îro mirov biçin kî derê ew der guheriye û berhemên hunerî afirandiye. Grafîtî jî ji vê berhemdarî û daxwaza gurhertina jiyanê ya mirovan derketiye holê û pêk hatiye. Di encama daxwaza guherîna jiyanê û berhemdariya hunerê ya mirovan grafîtî derketiye holê.



Di qadên legal û îllegal de jî bi sprey û boyaxên rengorengo pêşî li dîwaran û hesinên trênan pişt re li her derê xêzkirina wêneyan bi wext re dibe binyada çandekê. Ev çand çandeke bervaj e. Dengê bervajiya kolanan ya bi xêzan ya bi rengan. Ev çand hela herî xurt û karîger ya hîphopê ye. Li cîhanê ligel ku nû gellek alîgir û dijberên vê çandê hene. Grafîtî bi giştî bi sprey û boyaxên rengorengo nivîsîna fikr û ramanên takekesî (şexsî) ye. Ev yek jî tê wateya ku grafîtî ne di salên 1970yan dest pê kiriye. Lê weke hemû çand, huner û tevgerên civaknasî, şoreşgerî û anarşîkî di salên 1970yan de gellek deng veda, pêş ket û li cîhanê belav bû. Naverokeke feylesofîk û îdeolojîk wergirt. Grafîtî herçend li Amerîkayê di salên 1960î de derketibe holê jî li gorî hin kesan ji wextê ku mirovahî heye heta aniha hebûna xwe berdewam dike. Li gor hin kesên din jî garfîtî ji nivîsên li ser dîwarê berlînê hatiye nivîsîn derketiye holê. Di wan salan de grafîtîgerê herî navdar postevanê Yewnan Panayiotakis bû. Panayiotakis ji cihê derbas dibû bi spreyê ‘Takî 183’ dinivîsand. Piştî Takî gellek grafîtîgerên din derketin holê. Bi boyax û spreyên rengorengo bi grafîtîyên cûrbecûr afirandin. Bi vî awayî hêdî hedî grafîtî li her derê dinayê belav bû herwiha gellek aligir û dijberên wê peyda bûn. Weke her têgeh û tevgerên nû peşî yên li dijî grafîtîyê deketin xwedişayan bûn. Ji ber ku deng û awazên kolanan êdî gûrttir derdiket herwiha mirovên ji ‘çîna jêr’ xwe baştir vedigotin û grafîtî bûbû alaveke karîger bo mirov û bervaja kolanan. Di nava grafîtînûs û grafîtîxêzan de jî piştî ku ew huner pêşket û li her qada cîhanê belav bû, cûdakarî jî derketin holê. Niha li ser rûyê cîhanê weke alîgirên beşên grafîtiyê gelek kom û grûbên cûda derketine û her komek ji wan bi armanc, rêbaz, lîteratûr û îdeolojiyeke xwe ya taybet dîwar û avahiyên raya giştî dineqişîne. Di demê de li ser legalîzm û legalîzmê jî nîqaş di nava grafîtîkaran de derketine û beşek ji wan qet berê xwe nade destûr standinê û hewl dide ku bi tevahî bi awayekî îllegal hunera xwe bidomîne. Ji ber ku ew nêzikahî bêhtir bervajî ye, serhildêr û berxwedêr e û li hemberî sîstema kapîtalîzmê ye. Ew nêzikahî zêdetir li ser avahiyên raya giştî, yên fermî, dikan û pireyên mezin, mexezeyên merqeyên mezin û gerdûnî nivîs û neqşên xwe dineqişînin. Di demên ku xwepêşandan û protestoyên girseyî li dewerekê rûdidin, ew jî bi sprey û boyaxên xwe li wir xuyadibin û dest bi xebata xwe dikin. Alîgirî û piştgiriya xwepêşandan û protestoyên civakî û siyasî dikin, bi spreyên xwe tenê ne neqişandin, carina jî li ser wesayîtên polês û hêzên ewlehiyê boyax dikin. Gelek caran li ser van wesayitên zirhî tiştên erotîk û mîzahî xêzdikin. Ew beş zêdetir bi şevê dixebite û adranalîna rev û şopandinê weke armanc ji xwe re diyar dike. Şopandina polîs û hêzên ewlehiyê kêf û coşa wan a herî mezin e. Herwiha li hemberî vê nêzikbûnê, beşa ku li ser legalîzmê tevdigere jî zêdetir li dîwarên biçûk û li avahiyên vala xebatên xwe dimeşîne. Ew zêdetir piştî destûrstandinê û carina jî bi vexwendin li cihên diyarkirî grafîtiyên xwe dineqişînin. Ew beş di çalakî û protestoyan de cîh nagire û tenê li ser estetîka hunerî ya grafîtiyê disekine. Helbet di navbera herdû beşan de şêweyên xêzkirin û rengan jî digihure. Beşa protest û îllegalîst zêdetir rengên sor û reş, kesk, zer bi kartîne. Rengên tîr û bi watê di nivîs û neqşên xwe de bikartînin, di sûret û wêneyan de jî kesên ku weke sîmgeyên faşîzmê ne bi awayekî nîşandayî xêz dikin. Beşa duyem jî rengên soft û bêhtir boyaxên ron bikartîne. Herwiha grafîtî li kolan û kuçeyan weke xunaveke serhildêrî diherike.



malperên komên grafîtîgerên kurd û kurdewarî:



Here lînkê



Here lînkê



Here lînkê



19.03.2015 21:30 | remlavêj

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» grafîtî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî