Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê

civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê

14. civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikestî nebûya wê dirêtir jî bûya.

civîn di saet dudo û nîvan de li rihtima kadikoyê li ber deriyê sêyê ya metroyê destpê kir, dema herdu nivîskarên ha li hev hatin bi hevnasîneke kurtedemekê dest bi civînê kirin..

ceso ji bajarê tekirdaxê tev li civîne bûbû, li gorî min ji rêyeke dirêj hatibû, di ser de jî trafîqa stenbolê hebû lewma zikê wî xurînî dikir. em çûn me xwarineke xweş xwar û piştre em derbasî pîya cafeyê bûn. em bi qasî sê an çar saet li cafeyê rûniştin û piştra em derbasî îett'yê bûn û pê wê jî em hatin mala me û heta saet sisêya danê şevê me sobheta xwe berdewan kir..

serê sibehê jî ji bela nobetê şiyar bûm û min ceso li malê hêlişt û derketim. ji ber bêxewiyê piçeke jî dereng ketim..

ceso miroveke xweşsohbet û dilnizm û xweş bû, hevdîtin gelek xweş bihurî me ji hev re qala hezar tiştan kirin.

mijarên me yên sereke ziman û edebiyata kurdî û tirşik.netê bûn

di destpêkê de me ji hev re qala jînenîgariya xwe û behsa serpêhatî û serboriya demajoya fêrbûna zimanê kurdî û egerên tatêla edebiyata kurdî kir..

di vî warî de ez dikarim bêjim ku ceso di edebiyata klasîkê de otorîteyekê ye lê di tirşikê de di derbarê kasîkan de hama bêje qet tiştina nenivîsandine (ez gilî dikim) helbestên melayê cizîrî jiber zanîbû lê ez bi devê wî dibêjim ku bi xwe de nabînê bê û di vê ferhengê de hemî zanînên xwe binivîse û em jî evdên xwudê sûd jê werbigirin...

dema me qala pêvajoya fêrbûna zimanê kurdî kir, me dît ku em herdû jî xwedî çîrokeke ecêb in di vî warî de. tiştên taybet jî hebûn lewma ez dê nikaribim di vir de binivîsim..

mi li jor jî gotibû mijarên sereke li derûdora tirşik û edebiyatê de çûn û hatin..

bi qasî ku li bîra min mane;

-pêşkevtin û geşedana tirşikê

wekî ku tê zanîn bazara kurdî nîn e, ne bi tenê bazara edebiyatê kesad e, her weha di hemî qadên jiyanê de bazara kurdî nîn e. wek mînak, sînema, şano, polîtîka, werzîş, felsefe, zanîstî, perwerdehî.. hwd gelek tiştên bi vî rengî yên ku bi însên û jiyanê re têkildar in, hezar mixabin ku vî gelî hemû pêdiviyên xwe bi zimanekî dî dikin, pêk tînin. ji ber wê ye ku hemî aktîvîte, pêwîstî û çalakiyên kurdan bi zimanê serdestan çêdibin yan jî dêhn û bala kurdan li ser zimanekî biyanî ye, vî gelî ji ber bandora bişaftinê hêşmendiya xwe ya netewî û têgihîştina xwe ya bi zimanê kurdî û li ser zimanê kurdî, wenda kirine, bi awayekî ji awayan û bi demê re bêî ku pê bihesin pûç bûne, nema dikarin hewcetiyên xwe li ser zimanê xwe pêk bînin. cardî mariv dikare bêje ku ji bela wendakirina nasnameyê, hebûna zimanî jî êdî nabe xema vî gelî. bi zimanê tirkî be jî dikarin bijîn, di jiyanê de û bo jiyînê tu astengî û problem li wan naqelibe, naqewime, piştî ku hêşmediya netewî têk çû hîn nema problem û êşa nebûn û tunebûnê di dilê mirovan de peyda dibe..

ji ber van sedeman mariv dikare bêje ku (fikra min a şexsî) ligel rastiyên beloq ên civata me divê em jî gavên xwe li gorî vê rastiya tehl biavêjin. ango wekî hinan kesan, xeyela tirşik.neteke mezin, piçeke dibe utopya. hîn bazara vî zimanî çênebûye. bi ser de jî platformeke wekî tirşikê -ku girrek nivîskarên wê ji ber hincet û bahaneyên pûç û vala dev jê berdidin û diherin- platformên azad di heman demê de nexweşiyên civata me jî derdixîne li holê û rastiya me rep li rûyê me dixe.. mixabin em tevî xwende ne jî, hê amade nîn in ku tehemûla fikreke dî, nêrîneke dî bikin. asoya me gelek teng e, em nikarin empatiya 'yên din' bikin ji bela ku em hê nebûne 'xwe'..

em bûn her tişt lê em nebûn 'xwe'

em bûn oldar û dûre kurd, em bûn sosyalîst û dûre kurd, em bûn çepgir û dûre kurd.. pirrî caran jî em nebûn tiştekî.

beriya ku pêşvebirina tirşikê bê nirxandin, divê pêşvebirina aso û hêşmendiya kurdayetiyê ya kurdan bi pêş keve. heta ku ji me tê em di vir de bikevin nîqaş û şêwira geşedana tirşikê, dema ku haya 'yên din' 'yên derveyî me' ji me tune be nexwe hemî hewldanên me vala ne, emê bi tenê keysa xwe bi xwe bînin.

wekî encama vê mijarê dikarim bibêjim ku; tirşik zarokê me ye, hê bi çarlepkan dimeşe, dike ku bimeşe, carinan diweste, carinan kelecana bazdanê tê û bi derbekê de bi çingan depar diavêje, ku em bikaribin qîmeta vî zimanî û di sedsala bîst û yekemîn de girîngiya înternetê ji kurdan bidin fêmkirin û li ber dilê wan şêrîn bikin, jê şûnda em ê karibin li her derê behsa jîritî û kêrhatîbûna tirşikê seh bikin..

-di nava tirkan de jiyana kurdekî

mijareke dî ya civînê bû, tabê dirêj najot, belê dema kurdek bikeve di nava tirkan, heke nasnameya xwe ya kurdayetiyê veşêre gelek tê hejêkirin û tu arîşe di navbera wî û tirkan de naqewime. ev yek bi tecrûbeyên me sabît e, gelek caran hatiye ceribandin û ji rastiya xwe mîlim neleqiyaye..

ligel tirkan jiyan zehmet e, ne bi tenê ji ber sedemên polîtîk bi her awayî, ji tiştên ku girêdayî jiyana rojaneyê ne bigire heta holîganiya tîman, aborî, sînema û gelek tiştên dî ên di vê jiyanê de lîqayî marivî tên.. dema ku kurdekî polîtîzebûyî dikeve civata tirkan, cara ewil diterpile, dilikume ji lew re êdî hemî tiştên basîd ên beriya niha ne xem bûn û tucar jî qal û behsa sobhetekê jî nebûn, niha bûne mijarên sereke ên civatekê ku ew bixwe êdî parçeyek jê ye..



-kurtepistên di derbarê tirşikvanan de*

belê dema civîn an jî hevdîtineke piçûk jî li dar keve bivê nevê behsa tirşikvanan jî tê kirin.

me qala gelek nivîskar kirin ku yek ji wan jî wekî ku hûn jî texmîn dikin endazer e û sedemên çûyîna wî û çareya vegera wî..

endazer bixwe çalaktirîn û berhemdartirîn û kurdîzanatirîn nivîskarê tirşikê bû, hama bêjê qabîliyet pê re hebû û dikarîbû di binê hemî mijarên curbecur de entry binivîse û şîroveyên xwe bi zimanekî pêşketî û gewre ku gelek devokên cuda di nava nivîsê de dihewand, bike..

helbet hebûna wî bo me şansek bû, ji gelek aliyan ve mariv dikare krîter bike, cara ewil ez li ser navê xwe bêjim ku li pey terkexemiya wî surkulasyona entryan kêmtir bûn, hem mijar kêmtir bûn hem jî entryên di binê mijaran de kêmtir bûn.

di heman demê de gengeşî û spekulasyona nivîskaran jî kêmtir bûn, dema ku gengeşî derkeve hejmara şîroveyên mijarekê zêdetir dibin lewma jî feraset û asoya mariv berfirehtir dibe, bivê nevê heke gengeşî û tez-antîtez çênebe tu wateya ferhengê jî namîne.

krîtereke dîn jî xweşbûna kurmanciya wî ye, camêr di derbarê biwêjan de xwedîgotin bû yanê mariv ji hevokên wî têdigihîşt ku stûnên ristên wî kelopara kurmancî bû, haya wî ji taybetî û mantiqa zimanê kurdî hebû, hem jî gelek nivîskarên me yên naskirî û berniyas jî hê negihîştina asta kurmanciya wî..

gelo dixwîne yan na nizanim, heke tu vegerî dê baştir be, ez hew dibêjim, venegerî jî wê heta hetayî agirê binê beroşkê venetefe, venemire lê tu werî tehma tirşikê gelek xweşik be..



-simurg56 yahû camêr bijîşk e, pispor e lê çawa dikare tevî bi mijûlbûna pîşeya xwe, bitirşikîne?* xwedê jê razî rabû tirşikê ava kir, kodên wê ew bixwe nivîsî û her carê pêşve dibe û ne bes, yê ku herî zêde tirşikandiye jî ew e.. bi tenê helal be jê re..

-brusk56 ne kêmî kekê xwe ye, piçeke agresîf e lê dema mariv rû bi rû pê re dipeyive gelek zarşêrîn û xwîngerm e

-mergehezo nançû li îzmirê dijî û gelek ji gelektirîn henûn û mutevazî ye, li ser ferhengê agresîf û tund xuya dike lê wekî ferîşteyekî ye, ihtîmal heye ku were stenbolê û bi ferhenga şikestî re civînekê çêke

-remlavêj bi vî emrê xwe yî ciwan xwe gelek bi pêş xistiye û xwedê jê razî be vê taliyê dînamoyê tirşikê ye, lê me fêm nekir çima navê xwe yê berê neguherand lê çû hesabekî nû vekir? ya rastî hesabê wî yê berê têr û tije bû, bi ya me ne hewce bû, qenebî bi herduyan jî binvîse, lê eşkere nekira ku her du hesab jî yê mirovekî ne

-xendekî bi xêra serê camêr haya herî helbestnezan jî niha ji gencîne û kelopara helbesta kurdî heye

-nazim tolhildan piştî ku endazer çû ew jî êdî mîna ya berê natirşikîne, xwudê zarokê wî bike zava û bila endamê herî ciwan ê tirşikê be

-dijber bi qasî ku dibêje xwezî bikira jî.. gelek tiştên rast dinivîse lê xwudê jê razî be ku hama tiştek jî nake, gilî û gazincên xwe ji nebûna entry û mijarên biqalîte dike, lê dema tu lê dinihêrî ew bixwe di vî warî de tiştek nekiriye û ji me hemûyan paşdetir û bigunehtir e.. em ji rexneyên wî sûd werdigirin lê..

...mijarên çawalêhatokî...

-sedema populerbûna mehmed uzun

-jiyana li bajarê tirkan

-leşkeriya ceso

-li pey vegerîna nivîskarên jin ên tirşikê geşbûna tirşikê

-nivîskarên nû yên tirşikê (bi taybetî jî kurmanciya xwînhingivîn

-kurdên stenbolê; bi rastî jî çendîn balkêş û ecêb jî bin, ji kurdên bakurê kurdistanê bêtir girêdayî zimanê xwe ne û têkiliyên xwe bi vî zimanî dikin

-romanên jan dost û şener özmen

-helbetkar gulîzer

-rênas jiyan

-sîdar jîr û bernameya wî ya lênûskê; dema ku rênas jiyan beşdarî bernameyê bûbû min jî sê pirs ji sîdar jîr re şandin, gotibû ez dê jê re bipirsim, spasdar im ku her pirsên min ên ewil jê pirsî lê pirsa min a girîng û elzem jê re nepirsî, gelek qehirîbûm. ji ber ku min jê re pirsîbû 'gelo rênas jiyan tirşik.netê dişopîne';? jixwe ya pêwîst bersiva vê pirsê bû

-trafîqa stenbolê; em ê wê nin!

-nivîskar û akademîsyen îbrahîm seydo aydogan

-ciwanmerd kulek

celadet bedirxan û gramera wî

-rêziman û rastnivîs

-xwendekarên zanîngeha artûkluyê

-weşanxane û kovara nûbuharê

-helbestên klasîk, bi taybetî jî melayê cizîrî (ne heddê min e ku ez vebêjim, di vê mijarê de ceso ji min zanatir e, bila ew behsê bike)

-paqijbûna mala min*

-trt kurdî û qanalên dî ên kurdî

-xeyîdokî û tundiya rasteqîn; mijareke girîng bû û me gelek li dû camêr şitexilîn, bila haya wî jê hebe, û heke tirşikê biterikîne wê hemû gotinên me bê sepandin û peyîtandin

-di warê axaftinê de kurdiyeke herikbar û fesih; ji bo vê yekê xebata li ser dîksiyonê giringtîr û jêneger e

-stranbêj û qeşmerbêjên qûnbigû yên vê taliyê

-li ser kanalên kurdî firotina hingiv û telefonên biaqil ên sexte

-kawa nemir

mihemed şarman; dibe ku camêr siberoj romana xwe biqedîne û bide ber çapê, kurmaciya camêr gelek baş e, ji ber ku ruhiyeta wî kurd e, em jê hêvidar in.

-fîlma serdema qeşayê; dema me tv^yê vekir ku wa ye li ser rtr kurdî'yê diweşe û me temaşe kir, ji şêwaza fîlmê ihtîmal hebû ku wergera wê aîdê simurg56 be

-zero, camêr xweş helbest dixwîne lê bêbext e piştî ku xelata yekemîniyê girt, lê da çû

-omer faruk baran; helal be jê re ji bo danasîna tirşikê gelek hewld dide, ji nivîskarên me bêtir hewld dide û ihtîmaleke mezin ew bixwe jî tirşikvan e lê nasnameya xwe vedişêre

-ceng sagnıç

-ibrahim halil baran

-facebooka tirşikvanan

- nîqşa kekremsi û tehlê

-keçikên xweşik ên kadikoyê*

-ûûûûû îtîrafên tirşikvanan*

têbinî: careke dî bêjim ku gelek xweş û bikêf derbas bû, divê nivîskarên me bêtir li hev bên û çalakiyên bi vî rengî li dar bixin û spas



29.03.2015 14:46 ~16:05 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» civîna tirşikvanan ya li selmê
» yekemîn civîna nivîskarên tirşikê a onlîne
» ferhenga derûnnasî
» şikestî
» ceso

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî