Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 9 peyam
    arjen arî

    arjen arî

    55. Helbesta arjen arî ye herî heja û xweş li ber dilê min;

    Efendîno

    rahijin teşkên xwe

    rahijin kincên xwe postalên xwe û şivqeyên xwe

    çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

    tenq, top, tiveng, teyare…

    û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

    û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

    û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

    hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

    û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

    û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

    tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

    hûn ê biçin

    hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

    hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

    biçin: berî kuç û kevir di we werbin

    biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we

    û hêj ku agir vêneketiye j” agir:

    hima niha, vê kêlîkê, ji vir

    rahijin teşkên xwe

    û biqeşitin ji vir, efendîno!

    hûnê biçin efendîno, hûnê biçin

    berî ku hûn bisekitin se se

    hima rahijin teşkên xwe

    û

    biqeşitin!



    2015.03.31-13:35 ~13:35]| quşxaneli

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    bîrbir [2]
    Peyveke li herêma mêrdîn gelek caran tê emilandin. Di wateya kesê bîr ...
    badilhewa [1]
    beleş, pir erzan ango vala û beredayî....
    veqetandekên binavkirî [3]
    Di kurdî de sê heb veqetandekên binavkirî hene.Di kurdî de sê heb veqe...
    helîma xwe [2]
    kilameke şakiro ye. deşîfrasyon: erol şaybak û fethullah özmen. (youtu...
    kilama dayîka min [2]
    rastîya şewitandin û valakirina gundên kurmancan û tenêtiya kal û pîrê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » arjen arî vs rênas jiyan
    » arîdank

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî