Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
janya

janya

1. navê helbest û pirtûkeka helbestan ya helbestvanê kurd rênas jiyanî ye.. di nav helbestên nûjen yên kurmancî de bawer nakim ku tu helbest ev qas di rewacê de mabe û ji aliyê xwendekarên xwe ve hatibe jê hezkirin.. piştî ku pirtûka bi vî navî çap bû li gelek bajarên kurdistanê bi vî navî cafe û restaûrant û pirtûkfiroş vebûn..



' xwedê û wext xelet hatiye xitimkirin

naqosên dêran kerr...

minare kin

doktrînên dekolte lixwekirî evdal... sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne... barûyên ji evînên nukleerî, di serdebên ku ji krîstalên rokoko hatibûn kemilandin qîtik-qîtikî bûne... ji xewnên bêxwedî xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re vokalîstiyê bike



(ji qewmê pezkoviyan re xew heram e)



peykerekî antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere... li ezmanê hundirê min qaqlîbaz firrînên kamîkazeyî li dar dixin... kovanên genimî li ber aşên êşan kêliyekê jî aş nabin, aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin... ji alfabêtan tîpek kêm dibe gava ku dimirim... weeeey waweylê janya kezeba min dike di devê min re derkeve ji qahra!...



çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan çirûskeke serzer peya nebû li peravên hestên min ên hestî û çermmayî... pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, ez venexwendim cemeata xwe... ferîşteyeke fahîşe sing venekir... maran jî ji kom û refên xwe ez aferoz dikirim... bi qasî yezdanekî bêqûl tenê dimam... mezhebên şêx û mirîdên wê ez, min diafirandin di çarmixan de, min her çavê xwe li destmalka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand... bi îskeîskeke zengarî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam...



goştê hov ji te re ricifeke ruhî divê, nêrîneke şêtiya şûran divê, ez heta qirikê niştecihê tirbê...

hilnayêm janya

hilnayêm porkurê

di tirban de hilnayêm ha! ! !

a ku li eniya te nivîsî ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê min e... dengê min diêşe, weha bi sewteke berz û peritî min dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te... çirreke şiîr didoşim ji ewrên sipîboz ji bo çivîkên çavên te... xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihebanda... xwezî berxê ji xeynî te pê ve bi tu fikaran min tahma hişê xwe xera nekira... bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigerenda... di nav şaneşînên nêrgiz û nesrînan de min devê te bikira zîndana zimanê xwe...



lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin

ez hêmayeke heyama hewaran,

di herban de nîşangeha riman

serî gog, çav xar, zikçirîyayî









fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî! ... '





wergera wê ya tirkî jî -ku min bi xwe wergerandiye- heçiyê bivê dikare ji bloga min a şexsî bixwîne.. http://pezkuviyecudi.blogspot.com/



05.06.2013 16:30 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene