Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
ferhenga akademiya swêdî

ferhenga akademiya swêdî

1. çi xebateke mezin û bi xêr e. xwedê vê ked û şuxûl bide kurdan jî.



---spoiler--

"Ferhenga Akademiya Swêdî (Svenska Akademiens ordbok) ko bi kurtî wekî SAOB tên nas kirin ev 117 sal in hê jî neqediyaye. Cildê yekem ê vê projeya mezin di sala 1898an de derketiye û heta niha amadekirina projeyê her berdewam e.



Divê em li vir dîyar bikin ko karên amadekirina cildê yekem gelek sal berî vê terîxê dest pêkiriye. Akademiya Swêdê di sala 1786an de saz dibe û piştî salekê biryar tê girtin ko ferhengeke mezin a zimanê swêdî bê amade kirin. Ew hatina aborî ji weşandina rojnemeya swêdî ya yekemîn ji bo amadekirina ferhengê hatiye/tê xerc kirin. Rojnameya bi navê Stockholms Post-Tidningar di sala 1645an de derketiye û heta niha jî weşana xwe her berdewam dike.



Qralê Swêdê III. Gustav vê rojnameyê bi Akademiyê ve girêdide bona ko paşeroja amadekirina vê ferhenga mezin garantî bike. Di rêbaz û destûra Akademiya Swêdî de sadebûn, hêzdarî û bilindahîya zimanê swêdî (renhet, styrka, höghet) wek armanc hatiye nîşan dan. Ev proje li bakur wekî yek ji projeyên herî mezin tê hesibandin.[1]



Heta niha 35 cildên vê ferhengê derketine, angorî rêza alfabetîk heta tîpa "T" hatiye. Akademiyê plan kiriye ko cildê dawî di sala 2017an de biqede. Eger mirov hemû cildan bide ser hev mezinahiya ferhengê ji bejna kesekî normal dirêjtir dibe. Ked û xebateke mezin hatiye dan, wek mînak tenê beşa tîpa S qasî 35 salan ajotiye (1965-2002) û deh cild derketine. Dema her cildek derketiye ev yeka bûye sedemê şabûneke mezin. Berpirsên akademiyê van bûyeran wekî “şahiya cildê” nû bi kêfxweşiyekê pîroz dikin. Redaksîyona ferhengê niha li bajarê Lundê ye, qasî bîst zimanzan û kesên din li wir kar dikin.(...) "

---spoiler--



Here lînkê



15.04.2015 00:12 ~00:12 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhenga şikestî
» akademiya biwêj û bêje û gotinan a tirşikê
» swêdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî