Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
shorbevan

shorbevan

30. (bnr: ev çi bû law)

(bnr: tofanek derbas bû)

Nivîskarê ku dixwazim jê re bibêjim ku:

bihar hatiye û êdî mêrg û zevî şîn bûne û wexte qetandina dewaran ji garanê hatiye lê tu hêjî li malî û te qûna xwe daye erdê û Tu ne dewara dibî av didî û ne jî êmê wan datinî û ne jî rêxa binê wan paqij dikî û tu destê xwe jî bi telîsê kayê nakî.* ka bêje ev çi hal e, ez jî li pişt bavê te me. min dî wê rojê gava ku bavê te ji kaşa ber derê mala sofî silheddînê kaşberkaşo ve dihat xwarê pir bi hêrs bû, mi go xalo çi bû? Çi îş û hewal e? Go xwarzê wa tu dibînî ev shorbevan hatiye gund û êdî quna xwe ji erdê ranake hima ew e telefon û telefon e, li ser nan telefon li derve telefon li hundir telefon ez êdî çi bikim ji derdê viya. Êdî hatiye zewacê, me go keçeke xweşik hebe û Em jê re bixwazin lê ew çûye bi telefona xwe re zewiciye. Yaw wê rojê mêvan hatibûn, tu bawer bike mi go shorbevan rabe çay çêbike ew çi bike baş e? Çûye beroşek tirşik çêkiriye. yaw tirşik li ku çay li ku ewqas hişê wî ne li hev e. me go kurê Me xwend êdî serê me bilinde lê qurbana zarê xelkê be çû sefere hat dîsa shorbevanê berê. Wê rojê jî min dî nîvê şevê wa ye di dest de telefon tiştek dike, ez gihîştimê Mi go kuro vê şevê te dîsa çi hewal e, go bavo bosekine hela ez tirşikê Ditirşikînim. Ha tu were ji min re bibêj ka tirşik dê çawa di telefonê çêbe he? piştî vana mi go xalo wele tirşik belkî Çênebe lê şorbe çêdibe, wî jî go de here tu jî ehmeqekî hevalê wî yî*



Not: xebroşka me li vir qediya rehmet li dê û bavê guhdaran

Edît û nedît: ev peyam orgazma kurmanciya farqînê ye.



23.04.2015 21:20 ~21:35 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» shorbevan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî