Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 85 peyam
ku

ku

1. - daçeka rebena ku hemû barê kurmancî girtiye ser xwe. bi piranî agahiyên di warê tişta ku li pey tê nivisîn dide. herwekî:



dîwarê ku hindik maye xera be

mala ku sor e

nivîskarê ku bi kêrî tu gûyî nayê



ji van mînakên jor jî eyan û beyan e ku piştî kuyê di warê peyva berî kuyê agahî tê dayîn.



- û hevokan pev (bi hev) dike. Herwekî:



ez her berevarî ku wext hebe, diçim peravê zeryayê da ku hinekî dilê xwe aram bikim û serê xwe rehet bikim.



- di wateya egerê de tê bikaranîn ku bi min ev awayê kurdî yê resen e. ez heya hînî kurdiya standart nebûbûm min qet daçekên weke eger, ger, heke bi kar nedianî. ji xwe li farqînê di axivîna gel de tenê ku tê bikaranîn. lê mixabin her ku hînî kurdiya standart bûm êdî ez jî ketim ber asîmîlasyona daçekên esilbiyanî.* dibe ku kurdî jî bin lê ji eger û megerê bîhna farisî tê lewre bi min kuya kurdewar him nazik û him pratîk e û besî me ye jî. herwekî:

ku min zanibûya min ji te hez nedikir

Ku tu bihata ez ê neçûma

ku dixwazî bikî însan pêşî bibe însan



(carina di kurdî de bêyî ku tu daçek bê bikaranîn jî ev wateya şertbûnê dîsa derdikeve holê, kurdî bi pêvekên xwe xwedî vê taybetiyê ye jî) herwekî:



min bixwesta ez ê bihatima

te gotibûya ez ê neçûma



- di wateya "kû"ya ku wateya cih dide îfadekirin de jî tê bikaranîn. bi min ev ji yê çêtir e. him bêtir nêzê qirika kurdî ye û him tu tevlihevî û pirsgirêkan çênake. herwekî:



ji ku yî?

tu ji ku tê yî?



bila hevalên bikarhêner dilê xwe megrin lê ez dikim nakim ev peyv ji qirika min dernayê û tim û daîm çiqas dibêjim Ji kû gotin di qirika min de dixitime û bi heman rengî tu caran nikarim bêjim Hûn jî. Ji xwe peyveke weke win xweş ji piyaseya kurdî hilweşiya qene qet nebe hunê nekin hûn . Hun xweştir û nermtir e.



10.05.2015 14:33 ~14:43 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî