Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 24 peyam
kanon

kanon

1. di mûzîkê de, dema stranek tê gotin, yên stranê dibêjin dibin du kom, komek destpê dike bendeka stranê dibêje, hêj ew bend temam nebûyî koma din destpêkê dike û ew jî heman bendê dibêje, bi vî awayî herdu kom heta stran temam dibe li hevdu vedigerînin.. di stranên gelêrî yên kurdî de ev celeb strangotin gelek meşhûr e, jê re dibêjin lêvegerandin, hemmmma tê bîra min, li gund di daweta mamê min de, hingî dihol û zirne û org û stranbêj filan tunebûn, dawetî hemû hem stranbêj bûn hem jî reqqas bûn, axirê dawetiyên jin bûn komek, û dawetiyên mêr jî bûn komek din, komekî dest bi stranekî dikir, bendek ji stranê digot koma din jî hêj koma ewil benda xwe temam nekirî, ew benda stranê digotin, û li koma ewil vedigerandin, hemû dawetî bi vî awayî hem stran digotin hem jî direqisîn, paşê di daweta birayê min ê mezin de jî - ku sê şev û du rojan dewam kiribû- mamê min stranbêj û ekÎba wî sekinand, mamên min hemû bûn ekÎbek û jinmamên min jî bûn ekîbek, herdu ekîban qederê du sê saetan hem stran gotin û hem jî di ber de reqisîn, eger xwudê kir nesîb rojekî bizewicim û dawetê bikim, ez ê herdu ekîban bînim cem hev û wê serenomiyê di daweta xwe de jî durist bikim.. ya rastî ne tenê di dawetan de di dema paleyî û cot genimdirûn û karên din de jî gelek caran kurd bi vî awayî stranan dibêjin;

nimûneyek xweş ji metroyê; Here lînkê

genimdirûn; Here lînkê

genimdirûn2; Here lînkê



not: kul û derdê birûya hayao miyazakî bû, min jî xwest jê re bibim derman, dema min dît min texmîn kir ku tişteke têkilî fîlmên anîme ye, lê ez neketim nav sînorên fîlmên anÎme, ew jî bila bimîne bi hêviya yekÎ din ve..



(bnr: canon)

(bnr: qanûn)



14.05.2015 03:21 ~03:22 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» kanon

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî