1. straneke gelêrî ye, min cara ewil ji dengê koma amed guhdarî kiriye, heta ku şevval sam xanimê keşf nekirî û negotî gelekî kêfa min jê re dihat lê niha çawa guhlê dibim guhê xwe digirim.. li şirnex stranbêj û dengbêjeke meşhûr bi navê salihê şirnexî heye vê stranê biçekÎ bi rengeke cuda dibêje lê bi baweriya min xweştir dibêje, di destpêka stranê de çîroka stranê jî dibêje; koma amed: vîdyoyê veke şevval sam: vîdyoyê veke zelal gökçe: vîdyoyê veke gotinên stranê: ''hoy hoy hoy memo mem ebasî ebasî jahro dilo memo mem ebasî, ebasî hoy hoy hoy memo kurtekî ser kirasî jahro dilo memo kurtekî ser kirasî hoy hoy hoy memo mem' em te ji diyarbekir jahro dilo memo mem' em te ji diyarbekir hoy hoy hoy memo wi ani barek şekir jahro dilo memo wi ani barek şekir hoy hoy hoy memo tîrê cerge du kerkir jahro dilo memo tîrê cerge du kerkir hoy hoy hoy memo hespê memê min boz e jahro dilo memo hespê memê min boz e hoy hoy hoy memo meydanê dike toz e jahro dilo memo meydanê dike toz e hoy hoy hoy memo sefer dayikê pîroz e jahro dilo memo sefer dayikê pîroz e'' ji hinan weye qey di stranê de ew rêzegotina kurtekî ser kirasî bi eslê xwe kurdekî serfirazî ye, lê ji wehm û wesweseyeke wêdetir ne tişteke ya rast kurtekî ser kirasî ye, ne kurdekî serfirazî.. |
|
14.05.2015 16:59 |
endazer
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |