4. rasterast pêkanînek hunerî ye. ji her alî ve. tenê hinekî senaryo basît e lê ew peyamên ku dide mirov vê sivikbûnê ji holê radike. fîlm hê dest pê dike nakê ji serî heya dawî aksîyon û şer û pevçûn e. lê aksîyon û şereke hunerî ku dîmen ji dîmen xweştir pêşkêşî mirov dike. fîlmekî femînem e. - lîstikvana jin charlize theron gelek serkeftî ye ku mirov jê re hijmetkar û heyran dimîne, lîstikvanê mêr tom hardy ye ku wî jî valahiya mel gibson dagirtiye û tam jî ketiye wê rola mêrê bêpaxav û çavbêtirs... bi rastî jî kî dibeje çi bila bêje lê li ser fîlm xebatek mezin hatiye kirin. û a dawî fîlm bi awayekî veşartî di rastiyê de rewşa jinên îroyîn raberî me dike. hay ji xwe hebin. * spoilerê veke qir û qiyamet e, xela ye, çol e, dinya bermayiyek şerên nukleerî ye. her derî hovîtî dizî û talan û dagirkerî û mêtingerî ye. yên ku dest dane ser çavkaniyên weke av û petrolê her tiştî kontrol dikin û mirovan bi tirsa aloziyê birêvedibin. di vê qir û qiyametê de hinek jin ji vê mêtingeriyê re dibêjin êdî bes e û serî hildidin û direvin û didin pey hêviyên xwe ku cihekî ku lê bijîn bibînin lê dawiyê lehengê mêr wan îkna dike ku ne ji bo cihekî xeyalî lê divê ji bo mala xwe şer bikin. û vedigerin... bêguman tevgera jinên kurd tîne bîra min |
|
18.05.2015 21:51 ~2015.12.22 12:23 |
ceso
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |