1. navê straneke koma berxwedan e. gotinên wê: (di înternetê de tune ye ha. xatirê min bizanibin* min ji pdf'ekê girt) { Rewa vê axê hêsir in Xwêdana eniya me ye Qêrîna axê bilind e Ji hundirê dilê me ye Ji erd û esmanê perçe vekir riya yekitiyê Ji zincirê dest û piyan Bû ayeta azadiyê Hêza zendê hesinkaran Banga aşitiyê tu yî Tîna agirê newrozê Awaza hebûnê tu yî Aviya berbanga sibê Xwêdana ramana te ye Sayiya esman aram e Xwêdana ramana te ye Dermanê birinê me yî Sawa şevê reş hilanî Hêviyên me şiyar kirin Riya serkevtinê danî Kenê ser lêvên zarokan Ji wêne û navê te ye Hêsirê çavê dayikan hesreta dîtina te ye Evîna di dilê me de xeml û xêza keda te ye Tu yî roja me ya pîroz her dem berê me li te ye Berdewama Zerdeştê kal Navê ked û biratiyê Tu dîroka kevn û nû yî Xelata mirovatiyê Sonda me bi roja me ye Em tirêjên ji agir in Bawerî bi tîna te ye Nema êdî vedimirin } |
|
16.06.2015 15:56 ~15:56 |
mergehez
|
gû [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |