Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
helbestên bro omerî

helbestên bro omerî

3. (bnr: yar çû gerê)



Ordeka Şaxa Cizîrê

Devliken û awirtîrê

Mijangxişt û ebrûkevan

Heftê hûrî dikim qurban.

Biskên xelek, guliyên zer

Lê reşandin misk û amber

Mahîrûyê, bi xalên qer

Çavên belek, burhên li ser

Kirim pîrê derd û keser...



Li spîdê çû geşt û gerê

Ne îro dê sib vegerê

Ew dîlbera dil didaxê

Çû nav bexçê gul û baxê...

Li nav bax û li perê çem

Wek her caran, wekî herdem

Bi saz û ney dikir semah

Olan dida Wan û Kemah...

Pêsîr, derzî, toq û benî...

Li ser sîngê pev dikenî.

Lê min nedît, wilo gotin

Dil û cergê min disotin...



Li ber riya wê’y  vegerê

Mame benda, her çav li rê

Ya reb xwedo! Wê kengî bê

Karxezala Çal û Şêbê.



Dema hat di min buhurî                                   

Dil ji min bir, hiş ji serî

Çavên di reş, pora zerî...

Sed caran kuşt Bro Omerî.



bro omerî



10.07.2015 00:48 ~00:54 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ebdulla goran
» brooklyn nine-nine

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî