Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 17 peyam
helbestên bro omerî

helbestên bro omerî

7. (bnr: rojên tarî)



Mijê girt ser welatê min, ka heyv û ro, ka asîman

Ket ser şar û kelehên min, tîr tê’r naçe mijek giran,

Avsipî bi çavan de hat, rê û rêçik tev winda ne

Li berya min aso dûr e, bergeha min bûye leylan...

 

          Derdan heland hinav û dil, diaxivin kul û birîn

          Janê daye dilê bi kul, ji ber daxan dikim qîrîn,

          Dikim hawar, gazî dikim li heval û li cîranan

          Ji birînan nêm bicok in, ji çavên min çemên bi xwîn...

 

Gur bi hêrîş ket nav kerî, ne berx û mî û ne beran

Gurê manco dest neda wan, bi zanebûn çû ser şivan;

Ro hat girtin, roj tarî bû, can şewitîn bi ar û pêt

Gel bêhêvî, li her derê haho hawar digel fîxan...



          Lê dayê li te nemayê, stranek şewat binehwirîn

          Tê de derd û kulên giran ‘jana dilan’ bihêwirîn;

          Bila kurd û dinya alem hayîdar bin, rabin ser xwe                             

         Tevbigerin, lêbipirsin, derman bikin cerh û birîn...



bro omerî



10.07.2015 01:03 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
payîzava [2]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên goranî
» bromance

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî