Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
paqijkirina pêlava sûet

paqijkirina pêlava sûet

7. min jî vê eydê pêlavek ji yên suet kirî, û hêj niha tu dibêjî qey ev sed sal in min ji lingê xwe derneêxistiye lewitiye, qirêj girtiye û deforme bûye yanî şûn û şopên lingên min tê re dane der.. min digo qey sûet qumaş e belê gava dî ez hîn bûm ku ew jî çerm e belê hatiye zimaparakirin..

di van herdu vîdeoyan de bi kurtî behsa lênêrîn û çaksazî û paqijiya van pêlavan tê kirin;

,



mirov dema 100-150 lîreyan dide pêlavekî, bivê nevê malhewîn dibe û dixwaze ew pêlav heqê perê xwe derxîne.. ev du roj in pêlava xwe ya din ku teqrîben ev du sal in dikim lingê xwe werdigirim ji ber ku pêlava suet lewitiye û bi xwe re nabînim paqij bikim..

eyda din jî min pêlavek ji van pêlavan kirîbû, hingî tecrûbeya min a ewilî bÛ û bi barê kerekî min pere pê dabûn, neyse eydê ez çûm gund û bi wê pêlavê heta êvarî di nav avê de mam, bi çol û çiyayên gund ketim, êvarê dema hatim malê, min dît ku mehdê pêlava min ne xweş e, piştî ez vegeriyam, min ji destê pêlava xwe re girt û bir firoşgehê, ji wan re go hal Û mesele ev e, pêlava we di nav du-sê rojan de deforme bû, dixwazim vegerînim, an pêlaveke din di şûnê de bistînim, -tabî min ji wan re negot rojekî sax di nav avê de mame- qebûl nekirin, gotin eslê vê pêlavê ev e, zû deforme dibin, divê tu taze lê binêrî, baximê lê bikî, filan.. hingî min li ber wan nade, lê min bi serê wan neêxist, dawiyê ez çûm, tüketici hakları hakem heyetiyê min meseleya xwe ji wan re got, û bi daxwaznameyekî min xwest ku pêlavê vegerînin.. ez dirêj nekim, qederê mehekî di ser re bihurî, bersiv hat, got, tu dikarî herî ji firoşgehê di şûna wê pêlavê ji xwe re pêlaveke din bistînî.. pêguhertina pêlavê jî meseleyeke din a dirêj e, bi xwe re nabînim wê jî li vir binivîsim..



25.07.2015 02:22 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paqijkirina pêlava sûet

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî