Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
fehîma

fehîma

1. di nav civaka kurd de naveke kevn û edetî yê jinan..

herwiha bi vî navî du stranên gelêrî yên kurdî jî hene Û herdu ji hevdu xweştir in, ya ewil bi navê yar fehîma an bajêr e jî tê zanîn, û heta niha min bes ji dengê narînxanê guhdarî kiriye;



û ya din jî ez ne xelet bim straneka êzidiyan e û ji devera şingalê ye, heta niha ligel elî evrîkî min ji dengê çend stranbêjên din ên lokal jî guhdarî kiriye..





''bajêr e xweş bajêr e yar fehîmayê

bajêr e xweş bajêr e ji mêrî dil mayê

bajêr e xweş bajêr e yar fehîmayê

bajêr e xweş bajêr e ji mêrî dil mayê



singa zer berfa şikêr e yar fehîmayê

singa zer berfa şikêr e ji mêrî dil mayê

ramûsan ji boyî min xêr e yar fehîmayê

ramûsan ji boyî min zêr e ji mêrî dil mayê



bajêr e li ber de zevî yar fehîmayê

bajêr e li ber de zevî ji mêrî dil mayê

singa zer berfa li kevî yar fehîmayê

singa zer berfa li kevî ji mêrî dil mayê

ramûsan ji boyî min dikevî yar fehîmayê

ramûsan ji boyî min dikevî ji mêrî dil mayê



bajêr e xweş bajêr e yar fehîmayê

bajêr e xweş bajêr e ji mêrî dil mayê



bajêr e li ber de bîstan yar fehîmayê

bajêr e li ber de bîstan ji mêrî dil mayê

singa zer berfa li kîstan yar fehîmayê

singa zer berfa li kîstan ji mêrî dil mayê

ramûsan sed û bîstan yar fehîmayê

ramûsan sed û bîstan ji mêrî dil mayê



bajêr e xweş bajêr e yar fehîmayê

bajêr e xweş bajêr e ji mêrî dil mayê

bajêr e xweş bajêr e yar fehîmayê

bajêr e xweş bajêr e ji mêrî dil mayê''



versiyona yekem;



''ser û berê çile ye yar fehîma

kêf kêfa min û te ye yar fehîma

bskÎ wer mala me ye yar fehîma

tiştkî bike mehne ye yar fehîma

gava dilî b dilî be yar fehîma

gundî û cîranan çi ji me ye yar fehîma



amûdê wa bi dar e yar fehîma

pora te nayê xwar e yar fehîma

amûdê wa bi dar e yar fehîma

pora te nayê xwar e yar fehîma

ji kerba te vê xezalê yar fehîma

dilê min birÎndar e yar fehîma

dike her ware ware yar fehîma

ramûsanek bide min yar fehîma

dinya li me bû bihar e yar fehîma''



versiyona duyem;



''serûberê çile ye wa fehîma

serûberê çile ye wa pelqîzê

dema henekê me ye wa fehîma

bejna te minare ye, şewqa te karebe ye wa fehîma

ramûsankê bidime te ji te re bêjim xulamê te ye wa fehîma



pora te çi qas e dûr e wa fehîma

li bejna zirav dikeve wa fehîma

xwezka dilê min xortî wa fehîma

çavên belek yan bikire yan bidize fehîma, fehîma''





Celal-Efshiyo- fehîma;

,

LOKMAN MUSA - fehîma;

,

elî evrîkî - fehîma;

(fehîma 2:38ê destpê dike) (versiyona ku elÎ evrîkî dbêjê jî gotinên wê biçekî ferq dikin, lê bi xwe re nabînim wê jî deşîfre bikim, bila wê jî shorbevan deşîfre bike)



04.08.2015 16:43 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» fehîma

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî