Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
mîna

mîna

9. **Ji pirtûka zeynelabîdîn zinar a bi navê nimûne

wexta min ji wir bigre-pêveke kir gelek şaşî derketin. min hinek sererast kirin lê ne mimkun bû ku ez hemuyan sererast bikim. ji bo wê pdfa pirtûka Here lînkê







Yek ji helbestvanên Kurd ên ku dema jiyana wî di gerîneka dîrokê de temartî maye û heta bi niha jî rind eşkera nebûye, Mîna ye. Ev yeka han jî dide eşkerekirin, ku dijminan gelek car berhem û nivîsarên Kurdî ji holê rakirine û şewitandine. Lewra ku îro derbarê Mîna de tiştek bi nivîs li meydanê naxwiyê, ew demtarî maye û di nivîsaran de li serê tiştek tune.



Tenê mamoste evdilreqîb Ûsiv sê bend helbestên vî helbestvanê Kurd di Dîwana Kurmancî de çap kirine û hin tişt li se wî, bi gumana ji rastîyê dûr, nivîsîne. Lê dibe jî, ku gotinên wî di ciyê xwe de bin! Bi kurtî E.Ûsiv weha gotiye:

"... van helbestên han jî, min ji wê keşkola bi destnivîs wergirtiye", "... di navbera nivîsandina wê destnivîsê (1181 ê hicrî),(1767-68 nm) û mirina Ehmedê Xanî de 61 sal hene."



Belam dilovaniya Ehmedê Xanî, di sala 1707 ê mfladî de bûye. Lê ev tarîx bi guman e! îcar eger nivîsandina Keşkolê 61 sal berî mirina wî be,

dêmek li dor salên 1645-50 wê Keşkol hatibe nivîsandin. Û Mîna jî ka çiqas sal li pêşiya wê bûye?

Eger di vî warî de lêkolîn bête kirin û eger ew 61 sal bi rastî bin, wê derheq dema jiyana Mîna de ruhniyek xuya bibe!



Di nav destnivîsarên berevokên me de, sê bend helbest bi sernavê "Sê qesîdeyên Mîna, şairê zana" derketin. Ew hersê jî, di sala 1970 de li Kurdistana Başûr di dîwana kurmancîde hatibûne weşandin.

Tiştê ku bala me pir kişand ev e: Helbestên destnivîs û helbestên di Dîwana Kurmancî de eynî-eynî ne. Çimkî di benda destnivîs a bi navê "Kes nîye îro..." de, hin kêmayî ji malika sisiyan û pêncan heye. Eynî ew kêmayî, ne kêm û ne jî zêde, di ya di Dîwana Kurmancî de jî heye. îcar

ev tişt tê gumankirin ku, yanî E.Ûsiv ew helbestên Mîna yên di pirtûka xwe de ji ber van helbestên destnivîs ku niha di dest me de ne wergirtine, yan jî ew kesê ku van helbestan nivîsîne, wî wan ji Dîwana Kurmancî jêderk kirine!

Her çiqas ev tiştê ku me got bi wî awayî tê gumanakirin jî, lê dîsa jî, di navbera herdu nivîsaran de, bi hindikî be jî, hin newekhevî heye.



Helbestên Hozanê Kurd Mîna ev in, ku me li jêr nivîsîn:

Benda pêşî, 15 malikên pêncok in. Rêz bi 15 kiteyan dikişin û qafîyeya asasî "...r" ye. Me nivîsandina vê bendê, wek nivîsandina wê ya bi tîpên

Erebî çêkir.

Benda diduyan, heşt malikên pêncok in. Rêz bi 15 kiteyan dikişin û qafîyeya asasî "...n" ye. Me ev jî, li gor rewşa wê ya di nivîsa bi tîpên Erebi de nivîsî.

Benda sisiyan, yazde beyt in. Rêz bi 14 kiteyan dikişin û qafîyeya asasî "...e" ye.



"Sê qesîdeyên Mîna, şairê zana"



BEND: 1

Metle'ê wechê hebWa min sefeqjê hate der

Rewneqê da Kohê Qafalem munewer bû ji ber

Her kesî wê saetê vêra bi dil bikra nezer

Damuiêtin têk wucûda wîjipa taferqê ser

Lew me dayê îltifat paşî me jê kirbû hezer

Lew mejê tdrbû hezer tirsam bisojit ew bi hal

Ew tecelaya cemala sûretapurxet û xal

Yan ji ber narêfiraqa dîWerê be'del wîsal

Lew newêram ez bibînim dîlbera şox û sepal

Man ji bo min hesret û nalîn û efxan û keser

Sed tcesermin jê di dil nalîn ji ber tên bê hîsab

Lewji bernarê evînê cerg û mêlak bûn kebab

Qet nema bêtin ji sîna xebxebêyek qitre ab

141

"Kes nîye îro..." de, hin kêmayî ji malika sisiyan û pêncan heye. Eynî ew

kêmayî, ne kêm û ne jî zêde, di ya di Dîwana Kurmancî de jî heye. îcar

ev ti§t tê gumankirin ku, yan E.Ûsiv ew helbestên Mîna yên di pirtûka

xwe de ji ber van helbestên destnivîs ku niha di dest me de ne wergirtine,

yan jî ew kesê ku van helbestan nivîsîne, wî wan ji Dîwana Kurmancî

jêderk kirine!

Her çiqas ev tiştê ku me got bi wî awayî tê gumanakirin jî, lê dîsa jî, di

navbera herdu nivîsaran de, bi hindikî be jî, hin newekhevî heye.

Helbestên Hozanê Kurd Mîna ev in, ku me li jêr nivîsîn:

Benda pêşî, 15 malikên pêncok in. Rêz bi 15 kiteyan dikişin û qafîyeya

asasî "...r" ye. Me nivîsandina vê bendê, wek nivîsandina wê ya bi tîpên

Erebî çêkir.

Benda diduyan, heşt malikên pêncok in. Rêz bi 15 kiteyan dikişin û

qafîyeya asasî "...n" ye. Me ev jî, li gor rewşa wê ya di nivîsa bi tîpên

Erebi de mvisi.

Benda sisiyan, yazde beyt in. Rêz bi 14 kiteyan dikişin û qafîyeya asasî

"...e" ye.

"Sê qesîdeyên Mîna, şairê zana"

BEND: 1

Metle'ê wechê hebWa min sefeq jê hate der

Rewneqê da Kohê Qafalem munewer bû ji ber

Her kesî wê saetê vêra bi dil bikra nezer

Damuiêtin têk wucûda wîjipa taferqê ser

Lew me dayê îltifat paşî me jê kirbû hezer



Lew mejê tdrbû hezer tirsam bisojit ew bi hal

Ew tecelaya cemala sûretapurxet û xal

Yan ji ber narêfiraqa dîWerê be'del wîsal

Lew newêram ez bibînim dîlbera şox û sepal

Man ji bo min hesret û nalîn û efxan û keser



Sed tcesermin jê di dil nalîn ji ber tên bê hîsab

Lewji bernarê evînê cerg û mêlak bûn kebab

Qet nema bêtin ji sîna xebxebêyek qitre ab

Yan ji hewza gerdena zer bête seylabê hubab

Bête ser narê dilê min,da nesojîtin ceger



Min ceger da sotinê,çi b'kim ku min nayêji dest

Lew tcu serxwes im ji cama şerbetê roja "Elest"

Hate seyra qametê îlan jixemrê bûn di mest

Çûme seyra ebleqan,wan ejderan qelbê me gest

Dil reva bir dîWerê dîsaji min weqtê seher



Lew seher dil birji min bê hed, vi min ra bû evîn

Zahiri çeşm û xezeb bû,batinîhub û kenîn

Kes nebû alim bisirra me li serrûyê zemîn

Lew tcu min "Qalubela" mihbet vi wê ra bû evîn

Herji tsnîfê cemalê sed kîtab in min jiber



Min ji ber ilmê cemal e,lew dibêjim nukteyan

Min wucûd têk "'llmê Hal" epurji "Qewl" û "Sîxe'yan

Sefheya lê "sad" û "dal" e, merkezêd wan nuqteyan

Min difdr bê hed mutalejesl û babêdxemzeyan

Lew mudam her dil bi nal e,mehbetê dil kir bi ker



Mehbetê dil mubtela kir,mame bê dil ezxerib

Agirê isqê bîna kir.pêtiyan da dil 'ecîb

Eql û me'rifet reha kirjem'eya husna hebîb

DîWerê cewr û cefa kir,lew bi min xweş in reqîb

Heq bi hubê dil cela kir,lew me dil mesrûr e her



Lew me dil mesrûrê hal e,daîma jê têt xuroş

Nazika gerdenşemal e,hate metle' perdepos

Wê liser destipeyale,gote min "wer mey binos"

Ew meya mexmûreal e,min vexwar ez çûm ji hos

Lew dilîtê sed melal e,geh cehîm e, geh seqer



Ew dilê şubhetcehîm e, daîma cewsen kelîn

Xemzeyêtyara qedîm e, sedxedeng lê dan nihîn

Lewmidam ezpur girime,min qewîtêşin birin

'Eqrebêtser helqe'mîm" e,deq li xalêtfulfulîn

Xemrfyên enbersemîm e gerdena zerrehgudez



Gerdena zerrehguzar e,rêbuwara xemriyan

Şitriyû belk û guhar e,hemrefîqêt rêsîyan

Têk û vêk dahatnexwar e,silsilîn lêk alfyan

Sunbulan girtin tcenar e,sef vibestin efîyan

Ser milam her lê bihar e,kesk ûşînû sor û zer



Kesk û şînû sor û zer tên rêşîyû belk û guhar

Cebhetê sunbul viser tên,subhê çokanan dixwar

Ew digelxalan vesirtin,efîyan girtin kenar

Ce'deyên eswed di ber tên,têkji bala têne xwar

Daîma weqtê seher tên,yankiyan tîrjê biper



Yankiyan tîr jê dibarin,têne qelban rast û çep

Cumle serpeykan dibarin,pur bi êşan in 'eceb

Wan kemankeş asîkar in, Turk û Gurcîn û Ereb

Asiqan tcovan dîyar in,lew dinalin bê edeb

Ew elem nayên veşarin gerji 'eynan bêt eser



Pur eser kir wan 'uyûnan, lewzeîfûzertdrim

Ma bi şimşîrêfîraqê kustim û ker-kerkirim

Ez di çara hicr û hîrmana evînê werkirim

Bê dil û sem' û beser hêlam û çû, ebter tdrim

Mam di tora dawîyê werbûm nesim jê biçme der



Ez neşim xelqo! reha bim,lew qewî heyran im ez

Bendê sebrengîn diho(ni)m,kuştxyê 'eynan im ez

Mam dimedhêt wan sîfatan,bulbulê xweşcwan in ez

Serxweş û mest û xerab û bê ser û saman im ez

Dîlbera ebrûkeman dil daye ber tîra Qecer



Min nema dilya îlahîhertu min rizgar bitd

Min ji bada isq û sewqê serxwes û hişyar bikî

Min fîdaya xakîpaya Ehmedê muxtar bikx

Hem di nîva asîtana Mustefa şadar bikî

Da tcu MÎNA subhê Qitmîri bibîte xatcê der





BEND: 2

Kes nîye îro xeber kit xizm û xemxwarên di min

Da di hawarê mi bên yar û wefadarên di min

Min nevêt kespê bizanit xeyrisirdarên di min

Her kes ê îro bibînit çeşm û xubarên di min

Ew dizanit nukteyê wan qewl û goftarên di min



Mezhebê işqê qedîm e,kî disit te'wîl bike?

Her kesê lê bipêçî gerdenê sêrêpel bike

Lew beyana wê hedîsê cahilek mucmel bike

Dê bitdn pîrêxerabatê meger ew hel bike

Waiz û mufiînizanin beyt û es'arên di min



........................................

........................................

........................................

........................................

...................... ye warên di min



Hûn werin xelqo li dû min sehrezayê cadeyim

Salikê rahê heqîqetpeyrewê dilsadeyim

Meywxir û mest im meger meddahê eslîzadeyim

Ez tcu îro serxweş im xelqo ne mestê badeyim

Kes nizanit wê sirê îlla megeryarên di min



Ew ewê sirrê dizanit, ê ku yarê kustî bit

Yan bixwûna wan hebWan dest û bazû riştîbit

Yan xwe sîla ba cunûnî eql û dîn ramistî bit

Yan megeryekser bi badê dest Ii eqlê şûştî bit

Wer ne,her aqil nehin waqifbi esrarên di min



........................................

........................................

........................................

Zahida Kurdi'riyayîpakyekî ez can û dil

Da bibî havalê Kurdî koç û koçbarên di min



Çendzeman umrim bixefîet bêtîişqim ra buhar

Min bi nadanî teleb kir çû ji destmin rûzîgar

Şulcr û minnetpasî wê işqê di dil da ... qerar

Baxikim çêtdrji esrarên di işqê meywedar

Darê Tûbayê dibêm şaxek li wan darên di min



Baxikim çêkir li erkanên di işqêpur usûl

Daîma teyr tê dixwûnin her bi bang û kûlekûl

Her kesê cîranê min bîta ebed nabit melûl

Min bi ustadê liboyî bulbulî kerdem qebûl

Daîma gul her disojin bax û gulzarên di min



Ev benda ku bihurî her çiqas kuta bû, lê navê hozanî di dawîya wê de nehat. Ji vê yekê tê zanîn, ku wê hin malik jê kêm bin. Çimkî di dawiya benda pêşî û ya paşî de navê "Mîna" heye. îcar xwedivê ku di vê de jî hebûna!





BEND: 3

Ey çehreperi dil meji isqa te kebab e

Daîm jifiraqa te,me can her bi ezab e



Perwanemîsal in û ji huba te bi reqs in

Ezman tezen û qeW û ceger çeng û rebab e



Sewqa te li nik ehlê dilan behrê 'emîq e

Sed sukrê tcu dil min di wê deryayê hebab e



Seyê dikirin cumlexewasên di me'anî

Bo eslê gewher xwe sedefîbûye nîqab e



Mecmû'di wê deryayê serasîme digerhin

Heyran û perişqn dilîsermest û xerab e



Meqsûd tcu bibînin te bi çehvên te beserpûs

Husna te bikin seyr û nebit cismê hîcab e



Perda beşeri dê biçit ayînesîfet kin

Madem tu nekîlê nezerê şubhêxurab e



Wesfên di cemala te nişim qetxwe eda kim

Lew meseleyek husnê te wahid du kîtab e



Têk kewn û mekan ûrozû şeb alemê cism e

Êk ilmê Ehed sirrê "Elest"fehmê cewab e



Berqekji cewaba te eger bête zuhûrê

Dê hey bibin emwatîhemû bên vixîtab e



Cennet ji gulîstanê cemala te hebîbê

Gulxunçeyek e girtiji bihna te gulab e



Ma nînin wekû min te du sed tûleyê dergah ?

Mehrûm ji çi nîm e,ji me ra ev çi xudab e? (1)



Carek bi tcerem min vê huzûrê tu bixwûne

Da ser binehim ber qedemê şubhî kîlab e



Geh geh tu bi ne'lên dixwe çehvên me vimale

Çendan tcu segê tcoyê te me,lê td sewab e



Nusbet me divêt em vi te din gerçî biseg bin

Madem ji gedayê 'etebê bêne hîsab e



Hêvî ditdm min ji deri qet neçivîfî

...................................



Ya Reb bi heqê zat û sîfat û kutubên xwe

MÎNAyî li zikê Heremê kfye turab e





(1)- Nîm: Di Farisî de bi mana "nîv" e. Di Erebî de bi mana a) kinca nerm a bi pirç, b) xew, rewşa xewê.

Xudab: Di Erebî de bi gelek maneyan tê, hin ji wan ev in: Boyaxkirina bi hineyê, derketina şîhayiyê ji erdê, kutabûna şînayiyê ji erdê, yanî rûtbûna di payizê de.



07.08.2015 23:57 ~23:59 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mînareya çarling

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî