Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tavacı recep usta

tavacı recep usta

2. Restoraneke pir navdar a bingeha wê ji amedê ye. Şaxa wê ya enqerê tim bi aliyê wekilên tirkiyê ve tê bikar anîn, wisa tê gotin. Min li enqerê tu carî nexwariye lê ji ber mereqa xwe piştî ku li edenê vebu nizam beriya çend mehan bu, em çun û me ceriband. Ku em bên li ser nirxandinê;

Bi pêşwaziyeke germ destpê kirin. Cihê wê xweş, fireh û pir baş hatî xemilandin bu. Ji ber ku ji bo zarokan cihê lîstikê hebu ji xwe me nekarî em kurê min ji wir derxin. Me kaburga xwest û têra du kesî zêdetir hat. Nizanim ji ber nû vebubu yan ji xwe welê bu lê hema bêje ji her tiştî hinekî anîn û hemu jî pir xweş bun. tirşika wan jî têra xwe baş bu*. Piştî xwarinê jî jixweber şîranî anîn û ew jî xweş bu. Ji ber ku gelek wext ser re derbas bu ez nikarim bi kitekit bêjim. Lê piştî xwarinê baş tê bîra min me her yekê du heb çay vexwar û garson bi israr got divê hun qehweya me jî vexwin. Me ji qehweya wan a dîbek jî vexwar û pir xweş bu, ku ne ji buhayê wê buya wê tenê ji bo qehweya piştî xwarinê jina min wê mehê 2-3 caran min bibuya wê derê. Bi rastî jî qehweya wê pir xweş bu, ji ber wê demekê em lê geriyan û me ji amedê qehweya dîbek kirî jî lê ne ewqas xweş bu. Ez dîsa vegerim ser recep. Piştî ewqas xeberdanî, me xwarina xwe xilas kir û me ji bo xwarina du kesî 100 tl da. Lê tişteke din; ji ber ku kurê min ji cihê lîstikê nehat ser navê wî, me xwarina mayî da pakêt kirin û firavîna roja din têra min û kurê min kir*.

Em poşman nebun ku em çune lê careke din jî em neçun.



11.08.2015 18:32 | azadixwaz

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tavacı recep usta
» recep tayyip erdoğan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî