Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
rêya taze

rêya taze

1. helbesteke qedrî can e, weke helbesta kurdî ya nûjen a yekem tê qedbûlkirin. bi vê helbestê re helbesta kurdî ji helbesta klasîk gava xwe avêtiye helbesta nûjen.



RÊYA TAZE - Qedrî Can



Ew perdeya reş tarî,

Ko ji şevên reş diyarî,

Min...

Ji rûyê xwe kişand..

Li ber çavê xwe çirand..

Û avêt..

Avêt paş sed çiyayî..

Nava hezar deryay..

Min, gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûş;

Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..

* * *

Ew zingara di mejî,

Ko mejyê min dimijî

Min.. ..

Bi kêrikê xeritand

Û bi agir şewitand

Û paqijkir...

Paqij kir jê serê xwe

Min avêt ji derê xwe

* * *

..... ..... .....

..... ..... .....

* * *

Êdî... ...

Bi dîtina xwe,

Û bi bihîstina xwe..

Bi vîna xwe û bi mejî

Bi rêve-çûna xwe jî

Ez bûm însanekî nû, piresteşê olek nû,

Û di bajarê dil de min ava kir holek nû..



şam; 25.5.2944

(ronahî, hejmar; 26, sal; 1944, Rû; 17)



03.09.2015 14:14 ~14:17 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêya min dûr e
» taze fekê xwe

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî