Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
risaleyên ihvanul safa

risaleyên ihvanul safa

2. rîsaleyên ku min kir kul û derd, di sedsalên 10. de li herêma basrayê ya iraqê hatine nivîsîn û geh ji aliyê mijaran geh li şêweya nivîsandinê ansîklopediya yekem a cîhana îslamê ne û girîngiya wan li nav kevneşopiya ansîklopediyê ya cîhanê jî gelek mezin in. zanyarên ku rîsaleyan nivîsandine li ser şopa platonê meşiyane û nêrînên îslamê li nav vê ekolê dane fêmkirin. û piştgirî ji mîratên hînd û îran û yewnanê histendine. dinya ji bo wan nîmeta xwedê ye û xweda ji bo vê nîmetê îrade daye mirovan. ji bo viya jî divê mirov her tim agahî û zanyariyên xwe yên li ser dinyê zêde bikin û van behreyên xwe pêşbixin û ji bo başî û qencî berbelaw bin, bikarbînin. bi vê noqteyê gelek zanyarên nûjen wan li hemberî mitesewifan didin rûdiniştin. (tê zanîn ku mitesewif kesên axretê ne, ne yê dinyê.)



ji ber mezhebî zanyarên van rîsaleyan nayê têxistin şablonekî. li nav wan kesên mutezîlî jî hene, şîa jî hene, kesên sunî jî hene. heya ku kesên dehrî jî li nav cî girtine. taybetiyên wan a herî mezin û hevpar li nav çanda îslamê bi têgihên îslamî û gelek caran bi rêdana ayetan zanyarî û agahiyên xwe vegotine û pêşxistine. li vê derê divê mere bibêjin ku gotarên ku cuda cuda ji aliyê zanyarên cuda hatine nivîsandin hema bi temamî rêzik û felsefeyên hev du dihewînin, qet dijberên hev du nabin. wekî mînak beşên helbest û matematîk hev du dihewînin û ji hev du alîkarî distînin. ango gotarên biyolojî bi hêsanî têdikevin qada erdnîgarî û hwd.



gelek tişt henin divê bê gotin. yek ji wan dema min xwend, şaş mam ev bû: teoriya wan a afirandina mirov/adem, geh aliyê delîldan gel vegotinê dişibe teoriya werarê ya darwînîzmê. divê her silmanek van gotaran ji ser heta binî bixwînin. mînakek din jî ev e ku cara ewil qada psîkolojî mîna zanyariyek hatiye hesibandin û vegotin.



ê çi hatiye li ser van rîsaleyan? ew çi gotine? ji rûpelên pêşî heta paşî dibêjin îradeya mirov heye û bi tevgerên xwe yê li vê dinyayê çêdikin, li nav destên wan de ye. ceza û xelata xweda wê li gorî başî û nebaşiyên wan bê dan. ev tê çi wateyê? qeder tune ye! ê saltanatên sunî ji dema derketina holê ve ji bo textê rewanên wan ji ber "ebd"ên wan neyê nirxandin çi digotin? "qeder e! xwedê xwest ku me bû serê we! hun nikarin serî li xwedê hildin!" bi kurtasî digotin ku em xwedê ne! aliyê din ew zanyariyan, rehma xwedê li ser wan be, digotin bihuşt û dojeh û cin û milyaket û şeytên û axret û hwd têgihên mecazî ne, divê mirov wateya wan a binÎ baş bielime, bixwine... (ez dibêjim kesên ku zane, navê ihsan eliaçık anî bîra xwe *)



û piştî hew qas ked û xebatê fermana wan risaleyan hat derxistin û li ser ruyê rojhilata navîn hat rakirin. ji ber ku mirovên ku ne-ebd/xulam in, her dem ewê BİBİN kesên xeternak, kêrî saltanat û rêvebirên monarşî/dîktatoriyal nabin.



dibêjin tenê nusxayek ketiye destê endulusiyek. ew jî wan bi xwe re biriye endulusê, îspanyayê û çîroka dawîn ku heta nuha dewam dike, ez dibêjim hun jî texmîn dikin...



li gorî wîkîpediyaya tirkî zanyarên van rîsaleyan ev in: "el-Mukaddesî, Ebu'l-Hasan Ali bin Harun ez-Zencanî, Muhammed bin Ahmet el-Nehracûrî, el-Avfi, Zeyd bin Rifaa". lê min him van rîsaleyan ji serî heta binî xwend û him jî gelek gotarên zanyarî yên li ser wan vekoland lê qet naveke bi delîl nedît. tenê li cihên cuda, navên cuda hatibû dayîn lê bi nîşeyên "bêdelîl e". car din jî ka em copy-pastê li vira bikin, tiştekî nabe. *



têbinî: rastnivîsa navê taybet a vê mijarê bi erebî اخوان‌الصفا e. xwendina wê jî dibe ixwanu'l-safa/îxwanulsafa. farisî zanîn ji bo xwendina peyvên erebî kêrî guyek nabe. (tew mêrik bi aşkere mîna tiştekî baş dike pesna xwe anîye bo farisî dizane. * rabuye harfê cerê ya qedînekê jî -el- xwendiye. cehel li her derî cehel e mixabin.)



afirîdeya peyama ewil agahiyên xwe yê copy-wergerê nîvco ji ku histendiye nizanim lê bi rastî jî divê mirov tiştê nizane ji bo li ser siya herfekî pejna xwe bîne, xwe rezîl neke, nehetikîne. bi dilgermî...



edit.



24.09.2015 23:43 ~2015.09.25 00:05 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» risaleyên ihvanul safa

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî