Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
omid kordestani

omid kordestani

4. Omîd Kurdistanî di sala 1963'an de li rojhilatê kurdistanê li bajarê pîranşarê xwedê daye. Di 14 saliya wî de bavê wî miriye, wê salê ji Îranê derbasî emerîkayê eyaleya kalîforniyayê bûye. Li eyaleta Kalîforniyayê bajarê san jose'yê çûye zanîngehê û li vir endezyariya elektrîkê xwend û kuta kir û di şirketa hewlett packard'ê de wek endezyar dest bi kar kir. Di vê şirketê de salên dirêj xebitî û dûvre di sala 1991'ê de di Dibistana Fîrmayê ya Stanfordê beşa rêveberiya fîrmayê de lîsansa bilind kuta dike.



Paşî di fîrmaya netscape'ê de peywirên girîng bicih anî û di wê şirketê de wek serokê duyem ê pêşvebirina kar û firotinê cîroya malpera Netscape'ê di 18 mehan de ji 88 mîlyon dolarî kire 200 mîlyon dolar.



Di sala 1999'an de wek avakarê şirketê derbasî google'ê dibe û di demeke kurt de di du-sêqetbûna qezenca şirketê de rolê herî girîng lehîstiye û di sala 2005'an de bi xêra serê wî Google'ê 6 mîlyar dolar kar kiriye.



Di sala 2006'an de di kovara time magazine'ê de ew jî yek ji 100 kesên cîhana me guhertiyî hatiye destnîşankirin. Di lîsteya 400 Emerîkayîyên herî dewlemend de ketiye rêza 189. û di sala 2007'an de mal û mewdanê wî tevde tekrîben 2.2 mîlyar dolar bûye.



Kurdistanî wem avakarên din ên Google'ê sergey brin û larry page neyê naskirin jî, sedema herî girîng a mezinbûn û firehbûna Google'ê de ew e.



Kurdistanî demeke dirêj di şirketa vodafone'ê xebitî û niha di 52 saliya xwe de di 14ê cotmeha 2015'an de ji Google'ê veqetiya û derbasî Twitter'ê bû. Niha di twitter'ê de wek serokê lijneya rêveberiya Twitter'ê dixebite.



08.11.2015 02:58 ~03:02 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» omid kordestani

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî