Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 1 peyam
evdalê zeynikê

evdalê zeynikê

10. evdalê zeynikê:

di serê salên 1800'î de lî gundekî agîrîyê jî dayîk bûye. wekî ji pênaseya wî, navê dayika wî zeynik e. evdalê zeynikê dî nava kurdan de wek "pîrê dengbêjan" tê nasîn. ji ber ku di temenekî kin de bavê wî çûye li ber rihma xwedê, ew bi navê diya xwe hatiya nasîn. li gorî agahiyên di pirtûka ahmet aras de evdal, 110 salan jiyaye û evdal li cem mîrekî kurdan, surmelî mehmed paşa dengbêjtiyê kiriye. lewma di nava wan deman de rewşa wî pirr baş bûye. evdal, bi kilam û stranên xwe di nava dengbêjiya kurdî de cihekî gellek taybet digire, dema ku gotin "dengbêj" divê cara pêşîn ew bê bîra mêriv ji ber ku ew kaniya kilaman e, yezdanê gotin û hestan e.. lê mixabin ji ber ku di wê demê, warê teknolojiyê de pêşketinek zêde tunebuye me, kilamên wî bi xêra dengbêjên piştî wî hatine bihîstine. wî, di kilamên xwe de şahidiya serdema xwe kiriye. çi bûyerên ku di dema wî de qewimîne li ser wan sitirîye û ew veguhestine nifşê li pey xwe. hema hema her kilameke wî wek belgeyeke dîrokî ye. ji van kilaman ya sereke jî li gorî min "wey xozanê" ye ku behsa beşdariya şerê li xozanê ya di navbera serhildêran û osmaniyan de dike. surmelî mehmed paşa jî bi pêncsed leşkerên kurd, ligel osmaniyan beşdarî vî şerî dibe û evdêl jî bi xwe redibe. lê mixabin xeynî çend kesan tevahiya leşkerên kurd li ber nexweşiya tayê dimirin. surmelî mehmed paşa bi xwe jî lî alîyê marekî ve tê kuştin. evdal ji van hemû belayan sax difilite û vedigere serhedê.di demekê de kor dibe di wê rewşê de temo(zarokekî biçûk ê ku ji mihaciran maye, heta demekê evdal xwedî dike) jê re dibe alîkar.evdal piştî mirina surmelî mehmed paşa dikeve nava xizaniyeke giran û ev di kilameke wî de wiha derbas dibe:"welleh tev dinyayê, tev kaliyê,temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê".



2015.11.09-15:23 | sergijik

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
tirsik.net [4]
dibistaneke înteraktîf e. ez zehv tiştan ji vê dibistanê û ji nivîska...
weşanxaneyên kurd [2]
weşanxaneyên ku ez bawer im sedema giranbûha bûna wan ew e ku pirtûkên...
mem ararat [1]
Albuma xwe ya nû amade kiriye piştî mehekê wê bê parvekirin. Hem dengê...
îslam [1]
Bila bawermendên Îslamê biborin lê bera jî ji bo me ne baş e. Abê vê y...
navê der û berên amedê [1]
(bnr: li amedê cihên gerê) li jêr mijara jor behs li çend ji van ci...
belki ev jî bala te bikişînin
» evdalê zeynikê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî