1. navê hunermendekî ji şoreşgerên berê ye, ji kolika semsûrê ye. di gel ku bêhtir bi tirkî distrê ji ber qarîzmaya wî û şoreşgeriya wî û porê wî yê boyaxkirî keyfa min gelekî jê re tê.
min strana wî memê min/memê alan nivîsand, abdullah koçal verast kir. (ji bo konseya berhevkirina gotinên stranan)
Kahtali Miçê - Memê Min / Memê Alan
Go:
Keko dilî min liyan e dilî min liyan e
Serê min qurbano
Derdê min derdkî giran e
Şêrînê Memê Alan e
Xwarziyê Gulîşan e
Delalê bav û diyan e.
Torinê bav û xalan e
Mîrê derî began e
Oy lo de wêl wêl wêl
Lo xerîbê min, lo bêkesê min
Lo Memê min de wêl wêl wêl
Go:
Keko dilî min liyan e, dilî min liyan e
Bîlal qardaş serê min qurbano
Derdê min derdkî giran e
Navê di Memê re dibên Xanim Zelîxan e
Xwendiye sî û du kîtaban e
Oy lo de wêl wêl wêl
Lo xerîbê min lo bêkesê min
Lo Miçê Min lo Memê min de wêl wêl wêl...
Go:
Keko dilî min liyan e dilî min liyan e
Serê min qurbano
Derdê min derdkî giran e
Zînê dengekî bang kir:
Memo w'ez Zîn im, Zîn im
Kevûta di ber perçîn im qûwa ser bitûn im..
Oy lo de wêl wêl wêl wêl
Lo xerîbê min, lo bêkesê min
Lo Miçê min, lo Memê min de wêl wêl wêl wêl
Oy lo de wêl wêl...
Çûme diyarê Kolikê
Bejna zirav hêl dike
Keçkê me pir rindik e
Lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê şimikzerê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulikê qêpi da
Çiya Nemrût bilind e
Keçkê rindik li gund e
Dev çûçik, pozbilind e
Lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê lê kerbavê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulikê qêpi da
Çûme diyarê Heydera
Rabû refê qertela
Qurban im lo çavzera
Lê lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê lê şimikzerê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulikê qêpi da
Tu hatî paş qêpî ye
Qapî we tim girtiye
Tu li kilîda geriye
Lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê lê kerbavê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulika qêpi da
Lê lê lê rindbavê
Lê lê teresbavê
Lê lê lê şimikzerê
Kilît ê di qulika qêpi da
Kilît ê di qulikê qêpi da
Derbaskirin: Xendekî
Herêm: Semsûr, Kolik
Verastkirin: Abdullah Koçal
|