5. bêyî ku mirov wan binase hebûna hin însanan cihê bextewariyê û şanaziyê ye û hakeza wendabûna wan cihê hezn û şînê ye. serokbaroyê amedê parêzer (bnr: tahir elçi) kesekî wisa bû; ebûqatekî navdar, mirovekî biujdan û aştixwazekî jidil û aktivîstekî mafê mirovan bû. îro, li (bnr: amed)ê li ber mizgefta çarnig piştî daxûyaniyekê di êrîşeke çekdarî de ji terefê hêzên tarî û xwînmij ve hate qetilkirin. dema min ev agahî bihîst, min go xwedawo ev henekek be, ev xewnereşk be lê mixabin rastî bû; rastiyeke dilsoj, rastiyeke tehl û tuj. pir pir li ber merhum elçi ketim. cihê wî baxê bihuştê be, di sêrî de serê malbata wî û serê gelê kurd sax be. |
|
28.11.2015 15:34 ~16:11 |
diclefirat
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |