23. helbestkarê ku herî xweş bîrayê vedixwe. dost, bav û hevriyek e. canik û camêrên ku dibêjin dibêjin zimanê kawa nayê fam kirin, zimanê çêkirî dixebitîne, ji keremê xwe bidin wî alî. ma kawa qîma xwe tenê bi wan 200 gotinên ku hûn pê dizanin bîne, dibe xwene? lo law, ma kurmancî tenê ya mala we ye ku hûn van gotinên zirtokî dikin. helbestên ku kawa nivîsîne, xebatên ku wî kirine li meydanê ne. paşxane, çavkanî û kelepora wî jî li ber çav e. îjarê ev çi çewçew e. hûn hê jî di wî aqilê xwe yê sava de ne û ji we tirê ku tiştên nayên fam kirin xerab e. melayê cizîrî û ehmedê xanî jî bi derbekê nayên fam kirin û ji xwe ne ji wan ferhengokan be dê qet neyên fam kirin. lê em wan dikin taca serê xwe û wek qorzîberekê dihesibînin. kawa di helbesta kurdî de qonaxek e, kurt û kurmancî, kiş û mat. |
|
24.08.2013 22:24 ~2021.05.20 18:12 |
înano lo
|
îy yo hee [1] |
|
fuckîro rebeno [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [2] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |