Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 12 peyam
    detachment

    detachment

    1. fîlma dawîn a derhênerê amerîkî tony kaye yê ku bi fîlma american history x li cîhana sînemayê deng vedabûye.. di fîlmê de aktor û aktrîstên navdar û serkeftî yên wekê adrien brody, marcia gay harden, christina hendricks, bryan cranston, lucy liu û james caan dileyîzin.. fîlmê ji gelek festîvalên navneteweyî yên fîlman xelat wergirtiye..

    fîlm rexneyên tûj û dijwar li sîstema perwerdehiya dibistanên li amerîkayê digire û berê kadrajê dide ser alozî û arîşeyên ku wekê tumorekî hebîs laş û giyanê xwendekar û mamosteyên li dibistanê vegirtiye.. fîlm bi replîkên xwe bi jest û mîmîkên lîstikvanên xwe bi rastî jî hêjayî behs û pesn û wesfê ye..ji ber mijara xwe wek întîbaya ewilîn dibe ku fÎlmên klîşe ku her wextî tê de hêma û temayên wek xwendekarên berdûş û beredayî yên travmaxwarî û mamosteyên îdealîst yên ku di derba pêşîn nayên hejêkirin lê di dawiya fÎlmê de xwendekar daw û delinga wan bernadin hene bîneran re çêbe.. lê ev fîlm ji fîlmên din ên ku ji aliyê tez û mijara xwe ve di heman klasmanê de ne gelekî cihêtir û çêtir û serkeftîtir e..

    di nav fîlmê de ji nivîskar û helbestvanên meşhûr alber camus û edgar allen poe jî pasajinin hene.. hêj gelek tişt hene ku divê mirov derheqê fîlmê de bêje lê divê pêşiyê ji bin wê hewas û atmosfera depresîf û melankolîk ya fîlmê derkevim.. axirê heçiyê bikaribe fîlmê bidest bixe bila xwe jê nehêle û lêvên xwe lê şirr neke.. the end..



    2013.08.28-05:13 | endazer

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    elmas [1]
    Ji sala 1954an vir de di laboratwaran de jî tên çêkirin, ti ferqa wan ...
    rişmil [2]
    Navçeyeke Mêrdînê ye. Navçe biçûk e û belawela ye. Newalek di navb...
    mîhrîcan [1]
    ev peyv me'neya festîwal, şahî û ahengê dide. Bi farisî mêhregan, bi û...
    qûn elimiye tiran dev elimiye viran [2]
    gotineke pêşiyan e. rastnivîs wisa ye,
    Qûna elimiye tiran, dev...
    beranberdan [2]
    Koçerên me gava beranberdanê beran bi boyax û bi rîskan dixemilandin....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » detachment

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî