Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
gotinên pêşiyan

gotinên pêşiyan

315. Jin bavê! Jin bavê! Ez birçî me ber dolabê.



Meseleya vê gotinê aha ye: Dibêjin keçikek hebuye dayîka wê dîçe ber rehma xwedê keçik dimine li ber destê jin bav ê.

Keçik birçî dibe dibêje

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Lê jin bav keçikê dixapîne dibêje:

-bavê te çuye genim bavêje erdê. Bila were ezê nan bidime te.



Çend roj derbas dibe keçik hê birçîye û disa dibêje:

-Jin bavê jin bavê ez birçîme li ber dolabê

Jin bav: Bavê te çuye gîha bidiru bila gîha bidu bine emê biherine aş bihêrin bînin têxine ar; ar jî têxine nan û buxin.

Lê qîzik disekine û disekine bavê wê nayê dîsa dibêje:

- Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

Jin bav: Bavê te rêdane tê.

-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê

-...

...

Dawîyê da keçik jî birçîna diçe ber rehma xwedê.



Bi vê hîkayetê da gere em xwe ra mesajeke civakî û ferdî derxînin:

Ku heqê mirov hebe gere mirov stûyê xwe ber bê bexta xwar neke. Gere mirov heqê xwe here bi xwe hilde. Ku meriv xwe bavêje ber bextê bê bexta; merivê zehv belengazî bikişîne.

Qusurê mêze nekin hinekî dirêj bu *)

Beyanî baş..



26.03.2016 15:43 ~15:45 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên stranan yên ku nayên jibîrkirin
» pêşiyan ji paşiyan re tişt nehiştine, her tişt gotine

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî