Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qampanya ya jêbirina entryên xwe ser tirşikê

qampanya ya jêbirina entryên xwe ser tirşikê

10. mijara ku diviyabû bibûya qada pêşniyaran lê dîsa tenê gûftûgoyên bêencam hene.



weke min li jor jî got: mirovek tenê nikare hemû peyaman kontrol bike û sereraast bike. loma moderatorî heye û ji her fikr û baweriyan moderator hene. yek ji karên van moderatoran ew e ku peyamên çewt û derî qeydeyên tirşikê, jê bibin.

lê problem ew e ku carina moderator bixwe bi mehan nakevin tirşikê. û kes naxwaze peyamên nivîskarên nû jî jê bibe da ku ji tirşikê sar nebin.



niha moderatorek were, çend peyamên dijî formatê bala wî bikişînin û wan jê bibe lê paşê bîhna wî teng bibe an jî karek wî derkeve fîlan û dev ji jêbirina peyamên din berde, em nikarin tiştek bêjin.



- divê hemû peyamên ne li gorî formatê, werin jêbirin (peyama ye ya li jor jî)

- ji bo nivîskarên nû toleransek heye

- di hinek mijaran de pêkanîna formatê hinekî zehmet e, ji ber vê yekê dîsa carina moderator toleransê nîşan didin.



lê carina di binê mijarekê de êdî bihêlin derketina ji formatê, rewş ji formata foruman jî derdikeve û dibe mîna chat-room'an. wê demê moderatorek hêrs dibe û wê mudaxaleyî wê mijarê dike. şert e ew e ku di van kirinan alîgirî tune be. bi qasê nas dikim, tu moderatorên me ne mirovên wisa ne ku erkên xwe yên moderatoriyê di riyên nebaş de bi kar bînin.



tê gotin nexwe çima hemû peyamên derî formatê nayên jêbirin. ev pirsek mafdar e. ger peyamek ku derî formatê be û atmosfera tirşikê xera bike hebe, ji kerema xwe re ragihîne moderatoran ku ew jê bibin. weke hûn zanîn li gel ku %100 gorî formata tirşikê dinivîsand dîsa jî shorbevan ji bo heftiyekê hatibû astengkirin. yanî ya girîng ew e ku atmosfera gûftûgoyên rêzdar û parvekirina agahiyan xera nebe.



diviyabû polîsên trafîkê ceza bidana hemû ajokerên ku xeletiyan dikin lê nikarin. dema carina xwe li qunceke riyekê veşêrin û çend heban tespît bikin û ceza lê bibirin jî kes nikare îtîraz bike.



03.04.2016 22:17 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qampanyaya carde nivîsandina yoda
» jêbirina peyamên heqaretan dihewînin
» entryên dêqehpeyên inci sözlükê yên me dikenîne
» xweşxwan
» sergûzeştî
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî