Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
teoriya werarê

teoriya werarê

15. teoriyek zanistî ye. ji vê yekê re tu îtîraza min tune. li ser bingehên zanistê, îdîayên xwe kiriye û ev sed sal in ji bo piştrastkirina wê delîl tên lêgerîn. jixwe zanist jî tiştek wisa ye. lê me hê wan delîlên ku nikarin werin red kirin, nedîtine.



gelek bawermend hene ku him ji xwedê him jî ji werarê bawer dikin. hûn ji wan bipirsî di quranê de ji bo redkirina werarê, agahiyek tune. rast e, dibe ku wisa be.

ev mirov jî 2 beş in;

1- yên ku dibêjin werar heye û bi temamî tesadûfî ye.

2- werar heye lê bi mudaxaleyên xwedê, teşe girtiye. wî vê pêvajoyê beralî kiriye û lezandiye.



ew ên ku îhtîmala duyemîn dibêjin, dikarin vê bêjin "erê werar heye lê ji ber ku bi mudaxaleyên xwedê, werar di nav serdemên diyarkirî de bi lezek mezin çêbûye, ango bi hilpekînan çêbûye; zehmet e ku em formên navberê bibînin" ev yek dikare bersiva rewşa me ya niha bide lê ji bo îspatkirina tiştek wisa zêde rû û rêbaz tune ne. encax bi dîtina fosîlên gelek taybet yên aîdê wê serdema werara bilez. bi qasê min fêhm kir tişta di fîlma 2001: a space odysseyê de dihat beheskirin jî tiştek wisa ye. mijara me ne ev e. mijara me werar azad e. werara ku tenê ji tesadûfan û ji seleksiyona xwezayî hêz standiye;



gelek caran behsa hinek fosîlan hatiye kirin bi îdîaya ku ew nifşên navber yên di navbera du cinsan de ne, lê gelek caran piştî salên dirêj hatiye fêhmkirin ku rewş ne wisa ye.(weke mînak: masiya coelacanth piştî ku hat îdîakirin ku yekem masî ye ku ji avê derketiye; paşê hat zanîn ku ev masî hê jî di okyanûsan de dijî û qet neguheriye jî) li lînka jor ku diçe malpera evrimagaci.orgê, dibêje formên navber tune lê paşê dibêje ew tune ne lê cinsên navberê/derbasbûnê hene. êê yanî? em jî behsa heman tiştî dikin, we tenê navê wê guhertiye. neyse.

weke min berê jî gotî, ger werar hebe wê demê diviyabû ev nifşên navberê ji nifşên ku em niha dibînin û dizanin, gelek gelek gelek zêdetir bihatana dîtin di lêgerînên fosîlan de. weke mînak heta niha bi qasê 100 hezaran fosîl hatine dîtin. diviyabû (mînak) %0.001ê wan aîdê ajalên vê serdemê bûna û yên mayî hemû aîdê ajalên nenas û ecêb bûna. diviyabû fosîlên van nifşên navberê ewqas zêde bûna ku me nekariya ji hev derxista ka kîjan pêşiyê kê ye.

hevalno ev problemek gelek mezin e. ji bo werarê tu îhtîmal hene ku me li jor jî behsê kir;

1- an tu wê bêjî werar tenê di hinek serdemên taybet û diyarkirî çêdibe (weke mînak di nava salekê de cinsek guherînên mezin derbas dike û dibe cinsek din)=wê demê bingeha teoriya werarê ji binî be hildiweşe. ji ber ku îdîaya mezin ew e ku werar di pêvajoyên gelek dirêj (carina di milyar salan de) de çêdibe. îdîaya din ya mezin ew e ku avantajên qezenckirî bi saya avantaja xwe, di nav pêvajoyên dirêj de derbasî seranserê nifşê dibe. lê li gorî vê rewşê, ji bo mekanîzmayên werarê qet wext namîne.

2- an jî tu wê bêjî werar bêyî tu mudaxaleyan tenê bi mekanîzmayên xwe pêk hatiye= wê demê divê tu di navbera meymûn-însanan de bi milyonan cinsên navberê nîşan bidî. heneka vê yekê tune. tekane karîna îspata teoriya te ev e. ger tu dibêjî meymûn di 6.000.000 salan de veguheruya mirovan û ev guherîn bi milyonan gavên biçûk çêbûye; wê demê divê tu van milyonan cinşên navberê nîşan bidî.

helbet ez jî zanim, her guherîna biçûk nikare bandora xwe li şiklê laşê canberê bike heta ku ew derbasî qeydên fosîlan bibe û bikare were nasîn lê bila ne milyon be; bila hezar be; bila sed be; bila deh be. bila 2 gav be. temam? bila meymûn di 2 gavan de bûbe mirov. ger wisa be jî, divê di lêkolînên fosîlan de %33 mirovên normal, %33 ew cinsa navberê û %33 jî meymûnên normal derkevin.

ger ev guherîn di 10 gavan de çêbûbe;

divê %10 mirovên normal, %10 meymûnên normal û %80 ew cinsên navberê bên ditîn.

welhasil li gorî vê teoriyê, diviyabû we tevera xwe li kîjan erdî bida ew cinsên navberê xwe bavêtana hembêza we.



tê gotin di navbera mirovan û hinek meymûnan de (%1.5-4) derqa genan heye ku ev teqabûlî nêzikî 120 milyon cotên bazan dike (hêmanên genoma jînberan) û tê gotin werara meymûnan ya ber bi mirovatiyê ve di 6.000.000 (şeş milyar) salan de pêk hatiye.

em hesabek bikin; 120 milyon/6 milyon=20.

yanî ji bo ku meymûnek, di 6 milyon salan de bikare bibe mirovek, divê her sal 20 caran (yani her 18 rojan carekê) mutasyonan derbas bike. ev mutasyon wî nekujin, him jî wî li hember hevalên xwe serdest bike û bibe sedem ku di şert û mercên xwezayê de ew li gorî hevalên xwe serdest be û bi saya vê yekê ew guherîna di genên wî de belavî hemû cinsê bibe. aqil tiştekî wisa qebûl nake.

1- gelek caran guherîna tenê cotek bazan dibe sedema nexweşiyên giran ku mirov/ajal pê dimire. ji bo ku canberek 18 rojan carekê bikare rastî mutasyonek kêrhatî were, divê her roj bi sedan mutasyonan derbas bike. ev jî ne tiştek pêkan e.

2- li gorî werarê guherin bi gavên biçûk çêdibin. ji ber vê yekê ye ku bi milyonan sal distîne. me ji ber vê yekê van 120.000.000 guherînan li 6 milyon salan belav kir. lê wê demê jî ev problem derdikeve; guherînên biçûk yên di genan de (weke mînak guherîna 4 cotên bazan) her çiqas xizmeta werarê bike û tam jî li gorî keyfa wê be jî; heta ku ji xwediyê xwe re nebe avantajek krîtîk, wê nebe sedem ku xwediyê wê bikare vê guherînê li tevahiya cinsa xwe belav bike. û ger nekare wisa bike, wê ev guherîna ku tam li gorî keyfa werarê bû, wê bi xwediyê xwe re bimire, here.



richard dawkins ku di salên dawîn de yek ji temsîldarên herî populer ya werarê ye, di pirtûka xwe ya the blind watchmakerê de digot "erê ji bo ku çavek fonksiyona dîtinê pêk bîne, bi milyonan gavên biçûk heyce ne. lê dîtinek "net" tune be jî carina dîtinek şêlo jî dikare jiyanê rigar bike. weke mînak her roj ez bi bîsîkleta xwe tên karê xwe. li gel ku çavê min ne lê ye jî, carina bi tenişta çavê xwe hîs dikim ku ji aliyê rastê erebeyek tê û bi vî awayî dîtinek gelek nîvço jî, dikare ji bo ajalek bibe avantaj" (min vê pirtûkê berî gelek salan xwendibû, hevok tam nayên bîra min lê wateya ku dide ev bû)

erê ev nêrîn, nêrînek maqul e. lê dîsa jî ne bes e. ne ewqas hêsan e. ji ber ku ne tenê ji bo dîtinek nîvço/prîmîtîf ji bo hilberandina proteîna herî beredayî û hêsan jî gelek gavên biçûk pêwist in. yanî bi mutasyona tesadûf ya 100-200 cotên bazan jî ajalek nabe xwediyê dîtinek xerab û şêlo.



ji bo hinek mirovan înkara teoriya werarê ji neçarî ye. ji ber ku ger werar rast be baweriya wî pûç e. ji ber vê yekê heta ku jê tê, wê nexwaze rastiyan bibîne. ji ber ku wê hemû jiyana wî serûbin bibe. erê rast e.

lê ev jî heye: ji bo mirovên bêbawerî jî vê carê parastina teoriya werarê ji neçarî ye. ji ber ku ger werar tune be, bêbaweriya wî xelet e. ji ber vê yekê heta ku jê tê, wê nexwaze rastiyan bibîne. ji ber ku wê hemû jiyana wî serûbin bibe. divê ev yek jî neyê jibîrkirin.



04.04.2016 16:37 ~17:08 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene