1. navê çîrokeke anton çehov e ku berî salan di fanzîna qedexe de bi wergera şiyar hatibû weşandin:
me bi vî awayî pir axaft. dema mijar çû-hat û vegerîya ser keda bedenê, min
fikrê xwe wisa anî ziman: ji bo ku kesên bihêz,ên bêhêz nekin bendeyê xwe
ango ji bo ku beşeka mirovan debara xwe, ji pişta piraniyê peyda nekin an jî
mîna tizirugê tevahiya hebûna wa nemijin, divê ên bihêz û bêhêz, ên
dewlemend û belengaz beyî cudahiyê, di nav şertên wekhevî de tevlî şerê
jiyanê bibin; cihê ku ev wekhevî herî baş pêk bê jî şixula mil e ku tu kes nîkare
jê bireve .
nexwe her kes mecbûr e bi hêza mil bixebite!
-erê
-baş e nexwe, lê dema her kes, ên herî bijarte jî (rewşenbîrên mezin, mirovên
zanistiyê), da ku di şerê hebûnê de tişta li ser xwe bikin, tevahiya wextê xwe,
di karên wekî şikandina kevir, boyaxkirina malan de xerc bikin, gelo pêşketina
mirovahiyê nakeve talûkeyê?
-kîjan talûke? divê pêşketina mirovahiyê, di qedr û hezkirinê de, di pêkanîna
qaydeyên exlaqê de bê gerîn. ger hûn kesî nekin bendeyê xwe, debara xwe ji
pişta mirovan peyda nekin,qey pêşketinek jê çêtir heye?
blagova ji nîşka ve rabû ser piya û bi awayekî heyecan:
-ka bisekinin deqeyekî! got. Şeytanoka ku xwe kişandiye nav qalikê, ger tenê ji
bo pêşketina kesayetiya xwe bixebite, ji bo pêkanîna qaydeyên exlaqê xwe
bipertîne, ma em ê bibêjin va pêşketin ev e?
-ez béhnteng bibûm
-Çima wiha dibêjî? min got. ger hûn zorê bidin nasên xwe, ku we têr bikin, cil
û bergên we çêbikin, li karên we binêrin, we ji dijminan biparêzin, tişta ku hûn
di vê sazûmana li ser koletiyê ava bûyî de dikin, helbet pêşketin e. li gor min
pêşketina ku em dikarin bi dest bixin tenê ev e herwiha ya herî bi kêrhatî, herî
rast jî.
-pêşketina mirovahiyê, derfetên pêşketina gerdûnî bi bêdawîbûnê ve girêdayî
ye. qusurê nenêrin lê behskirina pêşketina destketî ku sînorên wî bi
hewcehiya, bi nêrînên dinyewî hatiye pê, piçek sosret e.
-ger wekî gotina we; sînorên pêşketinê bi bêdawîbûnê ve girêdayî be,
nexwe armancên wî ne kifş e. mirov dijî lê nizane ka ji bo çi dijî, gelo
ev tiştekî çawa ye?
-bila be! lê ev nezanîbûn ji zanîbûna we gelekî çêtir e. ez di derenceya
bi navê şarîstanî, pêşketîn de, bêyî ku ez bizanibim ku de diçim
dimeşim. qey lê ne hêja ye em tenê ji bo vê derenceyê bijîn?
lê hûn dizanin ku ji bo çi dijîn. hûn dixwazin ku beşeke mirovan yên
din nemijin, kesê ku sûretê çêdike û kesê boyaxa wî amade dike bila
heman xwarine bixwin
eva ev daxwaza we rûyê esnafî, erzan,
pespayeya dinyayê ye. tenê ji bo vê armancê jiyîn çawa li gor we ne
pelos e, ez fêm nakim. tu dibêjî beşeke kurma bi mêtina yên din dijîn,
xwedê bela xwe bide wan, bihêle bila hevdu bixwin!tişta ku em
bifikirin divê ne ev bin,-tu kesên çewisandî ji koletiyê rizgar bikî jî herî
dawî wê dîsa bikevin bin axê. divê em wê muxlaqiya ku di pêşeroja
dûr de hêviya tevahî mirovahiyê ye bifikirin.
anton Çehov
|