8. Sepana ku bi rastî jî şert bû. Wextekî simurg56 gotibû ka em sepaneke basît çêbikin ji bo radyoya tirşikê lê ji ber ku wî wextî ez hîn di bernamesaziya androidê de bi pêş neketibûm min nekaribû çêbikim. Nêzî 10 roj berê me dest bi xebata sepanê kir û sepan niha di marketê de li ber destên we ye. Me çend rojan di telefonên cuda de test kir. Tiştekî balkêş dixwazim bêjim. Di telefona nivîskarekî hêja* de her carê problem derdiket êdî min kir ku qet problem dernekeve. Piştî ku min qet problem nehîşt me fahm kir ku di telefona birêz nivîskar de bernameyek nedihîşt ku sepan di paşxaneyê de bixebite. Yanî ewqas kontrol min ji bo tiştekî bêçareserî xist sepanê. Lê dîsa jî bi xêra wî nivîskarî sepan wê qet probleman dernexe. Ji xeynî rewşekê! Ew problem jî ne ji ber sepanê ye. We dî carinan tirşik naxebite. Ji ber çi ewqas pir caran naxebite nizanim lê wexta malpera tirşikê naxebite sepan jî naxebite. Yanî wexta malper nexebite sepan nikare stranan ji malperê bikişîne. |
|
11.04.2016 01:38 ~01:52 |
mergehez
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |