31. dema ku ez nexweş dikevim dilê min ji cixareyê diçe, heta bizanibim ku ew bibe dermanê nexweşiya min jî ez ê nikarim bikşînim. du hefte berê ji ber tevlîheviya rewşa hewayê nexweş ketim, aloqên min nepixî û sê roj di nav livînan de mam. tam sê roj nikaribûm cixare bikişanda lê, roja çaremîn ew xwesteka jehrê dîsa hat cihê xwe û ji xwe re cixarekî pêçand û dam navbera her du lêvên xwe lê lê, cixarê vênexistim. ji xwe re fikirîm, ma jixwe ez sê rojan nekişandî me, ka binêrim gelo ez çiqasî dikarim bê cixare bisekinim. û dawiya dawî di rêya terikandina cixarê de 11 roj, 6 saet, 43 xulek, 27 çirke derbas bûye. |
|
12.04.2016 13:31 |
remlavêj
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |