Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    jin û seks

    jin û seks

    1. zanim bi serê xwe mijareke kûr û dûr e ev. lewma meriv nizane ji kû dest pê bike û li kû biqedîne... meraq dikim dema jinek peyva "seks" ê dibihîze çi tê hişê wê ? wekî mêrekî : fantezi, kêf, coşî, ji xwe ve çûn, hez... an tirs, fedîkirin, mehdekirin, rev, lêvkojîn... niza'm bersiva we yê çi be lê ya min ev e ku jin ji seks/pevşabûnê ditirsin, fedî dikin, jê direvin.. helbet ev fikra min li ser hemû jinên cihanê nîne. zanim, hîn der, bajar, welat hene ku, jin diçin xwe davêjin lêvên mêrekî, xwe didin ber bayê pevşabûnê, ya dile xwe dibêjin.. lê vê jî zanim. ew welat, der û bajar wekî hemû tiştên xweşik kêm in... di civakên paşde mayî de (piranî civakên misilman û ereb) zarokên qîz, bi hatina dinê re tiştên ecêb dibihîzin. ji wan ecêban çend mînak: "neçe li ser dar maran wê tiştekê ji dereke te re biçe, li cihên bilind xwe nevêje wê binê te yê bikeve, xwe zêde nede zorê zûtika te yê derkeve..." û çend filan bêvanên belasebep ên din.. ev şîret, wek hûn jî texmîn dikin ne ji bo tendurustî an başiya me ne, ji bo rewşeke fizyolojik a ku wek neletekî bûye bela serê jinan, ji bo bekâretê ye! di van civatan de keçik, hingî ku xama dibin tiştên hîn sosret dibînin û dibihîzin. çavên mêrên harbûyî, devê wan ê gilêzî, kalên xurifî û hwd. şerekî giran bi bûyînê re dest pê dike. lê baş e ku rê û rismên parastina qîztiyê/bekâretê ji te re şev û roj ji aliye jin û pîrên belengaz ve tê vegotin an qet neyê vegotin jî bi awayekî binavgîn dikeve binhişê te. ji bo qenciya xwe û ya eşîr/malbata xwe divê wek jinekî tim nobedarê qîztiya xwe (!) bî. wê wek emaneteke pîroz veşêrî, biparêzî da ku dema ew roj hat, bikarî bi dilekî rehet û şanaziyeke mezin wê diyariyê "zilamê esas" bikî! ev merhale, bi serê xwe kedeke bêhempa dixwaze: divê li kolanan bi mehdekî tirş bigerî, zêde nekenî, nepeyîvî, bi serê xwe negerî, bi şev derneyê derve, baweriya xwe zede bi kesekî neyînî ; qewlê gotiyan xwe heta bêjî giran bikî.. lê li gel vê, tişta ecêb ev e ku ev zehmetî û ehmaqî tu carî nabe para "zilamê esas". ew tim bi serbilindî û coşeke mezin li kuçe û kolanan li ser pêsîrên jinan de kêfê dike, çêran dike, çavan diavêje, aciz dike.. lê dema wextê zewacê tê, daxwaza jineke paqij (!) dike û dijbêre. ya bi keser ev e ku jin jî, vê qet ji xwe re nakin xem û xwe ji wan mêrên durû re heta hetayê vedişêrin. tişta balkêş ne ji ber xwasteka xwe vê tiştê dikin.ji ber xwesteka civakê ;civaka paşde mayî, hovanî.. bila bi vîna wan bûya bila bibûna "rahîbe tereza" ; lê zanim ev helwest, ji bêhişî û newêrekbûna wan e loma pir zora min diçe.. ax ax wekî diya min dibêje, kula me giran e! em devê kîjan tûrê vekin tijî mesele û kul derd... li van rojan xeyala civakekê dikim ku aliyê hiş û ruh ve qenc û şareza... ji ber ku civakeke bi vî rengî bê hiş e bê ehlaq û wîjdan e. bila li erdê be! vê jî bibêjim, meraq dikim, gelo seks tiştek çawa ye ? dînitî, heywanî, hez, coşî... wek texmîn dikim van tevan di hundirê xwe de dihewîne * û li ser vê meseleye jî kûr difikirim hin caran: merivên ku bêyî hezkirin û evînê pevşadibin. dilê wan çawa diçe hev? dema van pirsan dikim cardin dikevim nav fikaran ka gelo ez mêrek bûma, min ê cardin bigota "pevşabûna bi evîn" ? lê piştî ewqas fikirîn taliye gihîştîm vê ramanê ku pevşabûna bê evin sar û dilhevketin e. divê nivîn bi kelakela evînê germ bibe û lêv û zimanê xoşewîstan di nav hev de wek giyanan bihele da ku bigihîjin wê heza xwedavendî...

    dawiyê dixwazim vê jî bibêjim ku ev rexne û gotinên min, ne ji bo tevahiya mêran e. her çiqas hejmara wan kêm be jî mêrên gihîştî û pak jî hene. bila ew gunehê xwe nekin *



    15.04.2016 00:09 ~00:35 | sergijik

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    evsene
    dengdanên dawîn (yên din..)
    hak-par [1]
    partiya herî kurdewarê lê niha her dengê ku jê re bê dayîn dê ji bo ak...
    şeyh bedrettin [1]
    Zana û mûtasawif e. Wek Simavnalı Şeyh bedrettin tê nasîn. Hember zord...
    dengê ajalan [5]
    Borîn (borebor): Ga. Çivtîn-çiftîn: Çûk, mişk. (stu...
    kurdgpt [1]
    Pergalek Jirahiya çêkirî ya kurdî ku binesaziya chatgpt bikar tîne. Ew...
    kesrewan [2]
    serpoşa jinan e ku ji heft rengan pêk tê. berê li aliyê hekarîyê jinên...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » jinkek me divêt ya kezî sor
    » seks û ceza

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî