Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê

17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê

111. gulêê xweş qala civînê kiriye, ji me re tiştekî nehêliştiye lê ez ê bi çend hevokên kurt ya dilê xwe bêjim...

ger bi giştî binirxînim hemî beşdarvanên civînê mirovên qenc û hêja bûn, giş xemxurên zimanê kurdî bûn, giş li ber xwe didan li ber pêla bişaftinê...



shorbevan zÊde neştexilî, ya rastî qet neştexilî, çend car min jê re pirsan pirsîn hew bersivên kurt dan û dîsa bêdeng ma, loma ez hebekî şok bûm ji lew di tirşikê de deqeyekê jî nasekine, tu pêl kîja mijarê bikî teqez navê wî jî di bin mijarê de xuya dibe, ger li gorî suhbeta xwe di vir de binivîsiya, yeqîn herî zê de sê heb entryên wî dê hebûna* xwudê jê razî gelek efendî bû û bi qasî ku min jê fêm kir dilê wî pirr paqij e û lawikekî qenc e, loma ezê êdî tevlî entryên wî nebim, êdî ew azad e dikare saçmalamîş bike*



gulêê wexta min dest bi qalkirina agahî û salixên derbarê tirşikê de kir, deftera xwe derxist û dest bi nivîsandinê kir, heya dawiya civînê pênûs û deftera wê ji dêst neket. xwudê jê razî be, bloga canikê gelek xweş e, min di civînê de jî jê re got biqasî xweşikbûn û dagirtîbûna bloga xwe bi tirşikê re jî eleqedar be dê gelek baş be, canikeke devliken û rûgeş e, qet kenê ji xwe texsîr nake, bila her bikene*



hozan serhad xortekî netebitî ye* ew jî mîna yên dî xwîngerm bû, têra xwe jî peyivî*



quşxanelî di destpêkê de xwe li min wek shorbevan be da nasîn, ango qerf û heneka xwe bi min kir* yekê baş bû, ger zêdetir binivîse baştir dibe



gêjê ya starrr! ev keçika ha çi qasî xebar dide rebbî!* qet nesekine, av sekinî lê ew nesekinî, di warê helbestê de em gelek ji hev cuda difirikin, ez û wê me piçek li ser helbestÊ ketin nîqaşê, nexasim li ser helbesta dawî ya selîm temo ya bi navê keştiya bayê. keçikeke qenc e û derûnnasa tirşikê ye, ger derûniya we têk çû berrê xwe badin vê keçkê*



gumgumok piçeke dereng hat civînê û jixwe zêde nepeyivî, camêr têra xwe henûn û dilnizm bû, li gorî dixuye têra xwe zana ye lê ji ber henûniya xwe zêde pê de naçe*



xeteraqirêj ev camêr jî piçek dereng hat civinê lê dûre devê wî vebû* yekê qeşeng e haa*



endezyar gelek ji gelektirîn dereng hat civînê û zû rabû ji civatê, wek hûn jî dizanin camêr bi eslê xwe mîna min zaza ye, min xwest pê re piçikek bi zazakî qise bikim lê min qet derfet nedît, xwezî dema wî vala bûya me yê zÊdetir hev nas bikira, gelek qeşeng e hay ji vî lawikî jî hebin*

dibêm qey ji ber ferqa zaravayê zêde nepeyivî, min jê re got tu bi min bi zazakî bipeyive ezÊ guhdarîya te bikem, lê ew nepeyivî min jî guhdarî nekir*



çiyayê mêrdîn felsefevanê civînê bû, jê rîca dikim, çi li ser felsefeyê hebîn bila were li ser beroşa tirşikê belav bike û agirê binê tirşikê gurtir bike, li van deran zêde naxuye lê têra xwe heye, di warê têgeh û pênasên felsefeyê de tirşik gelek qels e, ew camêr dikare valahiyekê dagire...



mijareke zelal a civînê tunebû, me qala her tiştî kir, ji ber kurtbûna demê min gelek gotinên xwe di dilê xwe de hişt û bawer im min serê wan êşand, loma min nexwast zêde serê wan biwerime..

çend mijarên sereke yên civînÊ:

formata tirşikê

rewşa zimanê kurdî

pêşvebirina zimên

girîngiya tirşikê û geşedana wî

çend nivîskarên tirşikÊ

li ser rewşa helbestê

qelsbûna helbestkarên jin ên wêjeya kurdî

di warê perwerdehiyê de rewşa kurdî

rewşa zimanên dî yên bindest ên cihanê

rewşa xirbe ya nivîskarên kurd

rola sosyal medyayê ya li ser nifşa nû

vesayre...



18.04.2016 00:48 ~00:52 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê
» civîna yekem a navîgiranmezelîwêran û xemakê
» nivîskarên ku çûne eskeriyê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî