20. Civîna ku pêşî bi tevlîbûna Xwelî Li Ser ve bi hevnasînê ve destpêkir hetta me qala malbatêt xwe jî kir ka em çend xwîşkin û çend birane hal û rewşa wan çawane. Rojeva civîna me wek heval jî behsa hindê kirin bi kurtasî wêjeya klasîk bu me hinek ristên feqîyê teyran baba tahir uryan xwend û li Ser da jî hinek ristên baba rasteqîn amedî jî xwend henek nakim rastî jî kekê rasteqîn çarîna dinîvîse û xweş jî dinîvîse. Li gel xwendinê jî me derheqê tirşîk ê jî axift ka kî Birayê kîye, kî li kî derê dijît û keda wê/î li ser tirşîkê çiye û ji bo geşbûna tirşîkê ka em dikarin çi bikin me Hinek serê xwe êşand li Ser vê mijarê. Û Xwelî Li Ser ev Birayê me jî ji misirca sêrtê ye di zaningeha mêrsîn ê beşa wêje û zimanê tirkî dixwîne. Ji wêjeyê pir hez dike û di warê lêkolînê jî hem dildar e û hem jî xîretkêşe jixwe dema ku mirov li mijarên ku vekirîyê binêre dîyar dibe keda wî. Di civînê de me behsa azadîxwaz jî kir xwezî ew jî bihata lê ji ber Kar û xebata xwe nekarî bihata. Me bi dilgermî civîna xwe xilas kir û me sozên gelek civînên têr û tijî kir. Her hal wê civînek din da emê çarînên kekê rasteqîn jî bixwînin . dê Ya bi xêr |
|
22.04.2016 23:55 ~2016.04.23 00:00 |
azad30
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |