Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
also sprach zarathustra

also sprach zarathustra

1. pirtûka herî navdar ya friedrich nietzsche ye. Nietzsche derheqê pirtûka xwe de gotiye; berhema kûrtirîn hatiye nivÎsandin ê ye .



ji aliye celadet elî bedirxan ve bi mahlasê seydayê gerok di hejmara sÎ û heştemîn a kovara hawar ê de bi sernavê zerdeşt, wergera pêşxebera zerdeşt* hatiye weşandin.

Bi min eger c.bedÎrxan pirtûk bi temamî wergerandiya yê navê wî daniya bi vî awayî axivÎ zerdeşt



lê ez bim ez ê bêjim akî axivÎ zerdeşt





ZERDEST

Wexta ko Zerdeşt sîh salî bû, ji welatê xwe derket, dev ji gol û kaniyên erdê xwe berda ù hilkişiya ser çiyan û tê de deh salan

xweşiya tenahî û Iezeta eqilmendiya xwe tam kir û jê têr ne bû. Lê dawî fikra xwe guhart û rojekê Ii rohelatî hat pêşiya rojê û got :



Tu stêra mezin ! Halê te çi dibû heke yên ko tu rondar dikî ne hebûna, wê gavê sirûd û mezinahiya te bi kêrî çi dihat ?!



Deh salan pê de, her roj tu bi hewa diketî û dihatî vir, heta ber şikefta min û te em rondar dikirin; bê min û mar û eyloyê min, bê şik tu ji riya vî çiyayi ù ji roniya xwe aciz dibùyî...



Lê me her ro di sariya sibehê de çavnêriya te dikir û ronahiya te a zeyde dibir û em pê şikirdarê te dibûn û pesnê te didan.



Binêre . . . ez ji eqilmendiya xwe aciz bûme, mîna mêşa hingivê ko ji piraniya hingivê xwe têr dibe, min destin divêtin yen ko xwe dirêj dikin û dixwazin. Ez dixwazim diyarî bikim û lêkvekim; heta ko di nav

mirovan de, ên aqil bi dinitiya xwe û ên feqîr û belengaz bi dewlemendiya xwe ji nû ve şa bibin.



Ji bona vê yekê divê ez bikevim xwar, herweki tu li êvarê dikî, dema ko dadikevî li wî aliyê avê, heta ko ji dinyayê jêrin re

roniyê bînî (dibî).

. . . . tu, sitêra dewlêmendtir . . .



Herwekî mirov dibêjin, divê ez herim ava, dakevim xwar da ko bigehim mirovên ko hewcedarî zanin ù dewlemendiyê ne.



tu çavê rahet û bêteşxele, tu î ko bê hesed û tim dikari li siûd û bextiyariyeke mezin ji binêri . . . Were, xêr û qenciya min bixwaze !! Xêr ù qenciya wê piyanê bixwaze, . ya ko dike di ser ra birije, ta ko aveke zelal û zêrin je biherike û geşi û xweşiya roniya te bibe her deri . . . Binêre !



Ew piyan dike careke din vala hibe ù Zerdeşt dixwazeji nû ve bibe mirov.



Daketina Zerdeşt bi vî awayî destpêkir. Zerdeşt ji çiyê bi tenê kete xwar û kes rastî wî nehat.



Lê dema ko zerdeşt giha rêl û daristanan,ji nişka ve dît ko li ber wî mirovekî pîr sekiniye; ew ji holika xwe derketi bû û dixwest Ii daristanê rehê giyan û pelên heşînatiyan berhev bike.



Û wî bi awayé jêrîn dest bi axaftinê kir û got : Ev rêwingiyê han ji min re ne keski xerib û nenas e; berî çend salan ji vir

birêbiwarî derbaz bû bû; navê wî Zerdeşt e, lê xwe guhartiye.



O Zerdeşt ! Te di wî wextî de xweli a xwe dianî çiyê; gelo tu dikî niho agirê xwe bîvî deşt û nevalan ? !



Ma tu ji cezayê ko pê mirovên şewatker têne êşandin na tirsî ?



Erê, ez Zerdeşt nas dikim, çavên wî pak û zelal in; û tu xirabî di devê wî de cîh na gire. Ma meşa wî ne mîna wî mirovi ye ko ketiye govendê ! Zerdeşt hatiye guhartin; Zerdeşt bû bû mîna zarokekî; Zerdeşt

niho mirovekî sere û hişyar e; ma tu Ii ba mirovên razayî çi digerî, tu ji çûyîna ba mirovên razayî çi hêvî dikî ?



Te di bêdengî û tenahiyê de mîna li behrê êmir dikir û behrê tu li ser pêlén xwe hiltanî ! Wey li te, tu dikî niho bikevi erdê?

Ax li te, tu dikî ji nû ve barê giyanê xwe Hilgirî ?



Zerdeşt lê vegerand û got: Ez ji mirovan hez dikim.



Mirovê pî û miqedes got : Ma çire min xwe kişandiye tenahiya rêl û daristanan ... ne ji bona wê yekê ko min gelek hejî mirovan dikir. Niho ez ji Xwedê hezdikim û ji mirovan hez na kim; mirov tiştekî nepêkhatî ye û evîna wan yê ez bikuştama.

Zerdeşt lê vegerand û got : Min qala hejkirinê kir, ne were ye ? Ez ji mirova re diyariyekê tînim !

Mirovê pir û miqedes got:

tu tiştek ne de wan; çêtir ji wan tiştekî bibe û pê barê wan siviktir bike û barê wan ê mayî bi wan re hilgire; ewê pê hêj kêfxweştir bibin; bi tenê heke tu jî pê dilxwes dibî ?



Zerdeşt got : Na . . . Ez sedeqe na dim, ji bona dayîna sedeqe divê mirov zehf feqîr be; ez ne hinde belengaz im.



Mirovê pîr û miqedes bi ser zerdeşt keniya û got : De binêre; ko ew diyariya te qebûl bikin. Ew ji mirovên ko di 'tenahiyê de dijîn ne ewle ne û pê qîma xwe nayênin û bawer nakin ko ew tên da ko diyariyekê

bidin wan.



Dema ko em dikevin bajarê wan û li ser riyên wî ên tenê dimeşin, pêjna piyên me li wan nexweş tê; û berî bi saetên ko ro hiltê gava ji rê û kûçan dengê piyên me dibihisin, ew di texte xwe de texmina dikin ù ji xwe re

dibêjîn : Gelo ew diz dixwaze here kû.



neçe ba mirovan û di rêl û daristanan de bimine ! Hêj çêtir here nav dehban ! çi re naxwazî mîna min bibî . . . di nav

hirçan de hirçek û di nav teyran de teyrek ...



Zerdeşt jê pirs kir û got : Mirovê kal û miqedes di nav rêl û daristanan de çi dike ?

Mirovê pîr û miqedes lê vegerand û got : Ez stranan çêdikim û wan dibêjim; û gava ez stranan çêdikim, dikenim, digirim û dinehwirînim û pê pesnê Xwedê didim. Bi stran, girîn, kenîn û nehwirandinê Xwedê dipesînînim; yê ko Xudayê min e.



De bêje, te çi diyari aniye me ?

Gava Zerdeşt ew xeber bihîstin, silav li pîrî kir û got : Ma, ez çi dikarim ji we re bigerînim diyarî; baştir ew e ko berdin, bila ez zû ji vir herim; ta ko ji we tiştekî nestînim !



Bi vî awayî mirovê pîr û mêrê sere bi ken û xweşî ji hev veqetiyan, bi kenê ko mîna du zaro pevre dikin û pê şa dibin.



Lê dema ko Zerdeşt bi tenê ma, ji xwe re got : Ma imkana wî heye ... ! Vî mirovê pîr û miqedes di nav rêl û daristana de héj

ne bihîsti be ko Xwedê miriye. [*]

SEYDAYÊ GEROK

[*] Ji vî Xudayî mexsed ne Xudayê erd û

ezmanan e; lêbelê baweriyên pûç û şaş in.



çavkanî: kovara hawar ,hejmar 38 sal 1942



28.04.2016 22:10 ~22:12 | xeteraqirêj

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» also known as

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî