Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kesên ku çeqçeqê ji qêjik tênin

kesên ku çeqçeqê ji qêjik tênin

1. Ew kesin ku benîşt (qajik) dicûn çeqçeqê, qîçqîçê jê derdixin. Dengikî ecêb e. Bona çeqçeqê divê mirov pîspor be. Karekî zor e. Ne careke tenê, çiqas cara devê xwe levdê, divê ew denk derbikevê. Herkes nikarê pêk bênê. Ew kes axlebe(bi gelemperî) keç û jinên ber tenûrê ne. Rojê 10-16 saetan qajik dicûn. Berî razin, dikevine nav cihê xwe , serê xwe dideynine ser bêlgih û peyre jî qajikê xwe ji devê xwe derdixin. Dirazihin.



Dema ku qajik ji devê xwe derdixin , dixine gilok(girover) û carna dideynine ser yazma li serê xwe , çarna kevîka yazmê lê dipêçin, carnan jî dîse dixine amlelajê de .



Jo bo van kesan benîşt Mîna alete muzîkê ye. Çeq û çeq, çeq û çeq, çeq û çeq, qîç û qîç , qîç û qîç. Pet û pet .... kesên kû bêhtir deng derdixistin, binavdeng bûn di gund de.



Carna jî, wî qajikî dipivênin. Mîna nehîteke balonê mezin dibe. Hey maşallah ji azameta xwidê re.



Biçûçikayî ez gelekî dihesidîm van kesan. Min qajik dicû dicût dicût heta qederekê. Hema ku dengikî Biçûçik jî ji qajik derdiket çiqa kêfa min dihat (: .



Dûvre min xwe li balonê jî diceriband, min ew qajikê spî piv dida û baloneke mezin jê çêdikir. Hema bêje balona min bi qasî balona wan keçikên mezin , mezin dibû. Hê ez di wê kêfê de , min dimeyzan hema ew balon cêhde dipeqî (diteqî) û ew qajik bi behvila (poz) min, rûyê min, zenîya min û levên min ve dizeliqî. Belê, zanîn ne mezinbûna balonê bû, zanîn ew bû ku pîştî pivandinê nehêle balon bipeqînê.





Edît: erê, min hinekî bi zer ve zêde kir. Wekî dî, birastî ji ev mirov hene.



16.05.2016 12:55 ~13:21 | gumgumok

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên formata tirşikê fêm nekiriye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî