1. wek zilamê şirnexî jî tê nasîn.. orjînaltirîn komedyen û stand-upçiyê kurdan e.. di ber stand-upa xwe re stranan jî li hev tîne û dibêje.. berê qoricî anku ji devê wî bi xwe cehş bûye lê paşê li ser seb û şikayeteke ku dibêje alîkariya lojîstîk daye pkkê ji wezîfeyê hatiye girtin.. di sohbeteka xwe de dema behsa bîranînê xwe yên di hebsa agiriyê de dike ji bo kesên ku dibêjin 'kürt diye bir şey yok' yanî 'kurd tunînin' dibêje; 'lê em çi tişt in, ne xwudê teala em kirine kurd, me me xwe kiriye kurd, te xwelî li me kirî, ne em ji dara diya xwe ketîn me gotiye ay dayê! me negotiye ay anam! zorla güzellik olmaz...' li ser înternetê 6-7 vîdeoyên wî hene.. dido jê li ser çend bîranînên xwe yên qoricîtiyê û hebsiyê û yek jê li ser gavaniyê ye û çar jê jî stranên ku ji bo kalemêrekî, çêlekekî, tansu çiller û barack obama li hev anîne û gotine pêk tê.. meseleyên zilamê şirnexî-qoricîtî part 2: vîdyoyê veke meseleyên zilamê şirnexî-gavanî: vîdyoyê veke zilamê şirnexî-strana li ser tansu çillerê çêkirî û gotî: vîdyoyê veke zilamê şirnexî-strana kalemêro: vîdyoyê veke zilamê şirnexî-strana çêlekê: vîdyoyê veke zilamê şirnexî-strana ku li ser serokê dyayê barack obama çêkirî û gotî: vîdyoyê veke |
|
05.09.2013 05:26 |
endazer
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |