Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
jînekomastî

jînekomastî

1. nexweşiyeke mêran e ku dibe sedem di zilaman de raçînka çiçikan zêde bibe û têşeya mîna ya jinan bigire.

di 3 serdemên zilaman de weke tiştekî normal jixwe ev yek pêk tê; dema zarokatiya ewil (zarokên nûbûyî), serdema xamatiyê û salên pîratîyê. Di van merhaleyên zilamekî de normal e ku jînekomastî çêbe. lê di salên din yên jiyanê de divê tune be.

gelek sedemên wê hene. em ê li jêr behsê bikin. lê pêşîn em behsa teşhîsa wê bikin.

nexweşên vê nexweşiyê, jixwe nexweşiya xwe tarîf dikin û dibêjin çiçikên bûne mîna yê jinan. Jixwe wê demê bi lênêrînê mirov dikare vê yekê piştrast bike. lê dîsa jî ger nexweş ne obez be, mirov dikare stûrahî/bilindahîya çiçikê bipîve û ger ji 2 cm'an zêdetir be, hebûna nexweşiyê piştrast bike. an jî bi mamografî û ultrasonê jî peyitandin dikare were kirin.



sedemên nexweşiyê cûrbecûr in lê em dikarin bikin 4 beş;

1- Rewşên ku hormona ostrojenê di bedena mirov de zêde dibe.

*Hermafrodîtîzma rastîn

*Tumorên testîsan (leyding cell, sertoli cell, granuloza-teka, semînom, teratom û hwd.)

*Tumorên din (kansera pişikê, tumorên korteksa adrenal, karsînoma hepatocelluler)

*Nexweşiyên endokrîn (hîpotîroîdî, hîpertîroîdî)

*Nexweşiyên kezeba reş (Her cûre sîroz)

*Xwarin (Kêm standina proteîn û ronê)

2- Rewşên ku hormonên androjen (testosteron di bedena mirov de kêmdibe.)

*Pîratî

*Hîpogonadîzm (sendroma klînîfelter, sendroma kallman, kêmasiya ACTH û gelek sendromên wisa, travmaya li hêlikan/testîsan, orşît, krîptoorşîdîzm, radyasyona li testîsan, nexweşiyên kêmasiya gurçîkan)

3- Hinek dermanên ku tên standin.

*Dîjîtal (Ji bo dil), Ostrojen(replasmana hormonan), ,steroîd, marîhuana (tiryakek e), cimetîdîne, ketokonazol, spîronolakton (antîbîyotîkek ku di îltîhaba riyên îdrarê de pir tê bikaranîn), dîazepam (dermaneke psîkîyatrîk û norolojîk) û hwd.

4- Sedemên nediyar û nexweşiyên sîstemîk/berbilav





ji bo tedawiya wê, zanîna sedema wê xala herî girîng e. weke mînak ger sedem kêmasiya androjenan be, bi dana tetosteronê dikare tedawî bibe, ger sedem dermanek be, ew derman dikare were birîn, ger sedemek endokrîn be tedawiya wê tê kirin. Ger sedem neyê zanîn an jî nexweşî bersiv nede tedawiyê wê demê tedawiyên cerrahî û yên din tên nirxandin; lîposakşin, emeliyata standina raçînka çiçikan(eksîzyona lokal), subkutanoz mastektomî û hwd.

Hinek xebatan nîşan daye ku dermana donazol jî di hinek nexweşan de bûye çareserî.



Di vê nexweşiyê de îhtîmala veguherîna li kansera çiçikan tune. Lê ger sedem sendroma klînîfelterê be, wê demê rîska kansera çiçikan çêdibe.



14.06.2016 19:11 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jînekomastî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî