Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dengê meleyan

dengê meleyan

7. qaşokava min sond xwaribû, minê li ser baweriyê xeber nedaya..



Axta ku waxtê bangê tê, mele hemûşk dest pê dikin bang didin. Hemû eynî kêliyê de dest pê nakin. Navbera hineka da çirk hene, navbera hinaka da jî xulke. Ji ber vê sedemê jî dengê hemûşkan tevê hev dibe û meriv pê aciz dibe. Ji xwe dengê hine meleyan zehv nexwaş e.

Acizbûyîna vî dengî bawerkirin û ne nebawerkirinê ve girêdayî nîn e.

hine caran ez jî aciz dibim.

zêdetir jî banga sibê de dengê bangê û sehan tevlihev dibe dengekî nexweş dertê holê.

(Yekî ser vê bûyerê ji min re gotibû waxta ku mele bang didin, şeytan direve dikeve qûna kûçikan. Min jî gotibû malnemîrat! Çima sûcê kûçikan çî ye?) ecêb û sostet!



de neyser

Divê vê rewşê re çareserîyek were dîtin. Demekî behsa sîstemeke dîjîtal û navendî kiribûn lê nekete çalakîyê.

ku wisa bibûya yê çêtir bibûya. him hemû mizgeftan yê di bîskekî da dest pê bangê bikirana him jî yê dengekî ji wan dengan baştir di sîstemê da bar bikirana..



Bi ya min mizgeft zêdetir hene. hema tu diçî kû ji xwe mescît heye. Li her taxê da serê deh gava carekî jî mizgeft hene. mizgeftên sîstema dewleta tirk!

(heta mizgeftên kurdîstanê da jî mele propoxaniya dewletê dikin û ji bo haay lo lo filîstîne, nizanim ji bo somalîyê dûayan dikin û pereyan berhev dikin. Kuro îmansiz! di ber çavên te miletê te tê qetilkirin, şerekî qirêj di nav derîyê birayên te da ye! somalî ya çi! erê em jî bona somaliyê ber xwe dikevin. lê pêşîyê ca zilma ber derîyê xwe bibîne!)



bi ya min her taxê da şûna mizgeftekî pirtûkxaneyek hebûya yê çêtir bibûya.. kê biçûya lêkolîna xwe bikira yê bikira, kê qur ana xwe, kê awestaya xwe, kê tewrata xwe bixanda dikaribûn wira jî bixandana..

Ez bi xwe zûda neçûme camîyan û nîyeta min tinne wisa qolay qolay herim jî. her kes dikare bi mala xwe da jî îbadetên xwe bike. Idî teknolojî pêş ketiye, bernameyên bangê filan jî hene. kê samimî be dikare heta bê bangdan jî nimêja xwe bike. naa gere îllahim here mizgeftê, xelq bibîne ku nimêj dike bavo! (bnr: Şitl)

meseleya cînerekî me:

Cînarekî me berê mele bû, dibên rojekî hatîye gotîye lew ev bangdana sibeyê gelo kîngê ezê 'emeklî' bibim û jê xelas bibim! Her roj her roj di xewê radibim û têm bang didim. *



ev gotina elî şerîatî hate bîra min :

"wanê dixwînin xwandina xwe fehm nakin, wanê guhdar dikin guhdar kirina xwe fehm nakin,

li paş çi dimîne?

dengê hafiz xweş e?" (bnr:şitl)



Yanî misilman bi mislimantiyê re na; bi şiklê tiştan re îbadetê dikin. mesela banga erebkî! Qe yek jî dernayê nabêje bavo ev banga çima kurdî nehatiye zivirandin. Naa tu wisa bibêjî yê ji te re bibêjin minafiq! bicehim e ! *

Lê ka em pirs bikin bira ka tu çi jê fehm dikî? çi dibêje?

Naa ewî jî nizane çimkî şitl girîng e. her tiştek şitlekî wî heye û gere şitlê xwe dernekeve. ji xwe qur an jî di malê da darda kirîye û rûyê wê jî qilifê herî bi qalîte hatîye girtin. deh salan jî darda kirî bisekine yê bisekine. gere cîhekî bilind da were dardakirin bo zarok negîhîjinê..

zaten ku diz jî bikeve malê cîhê ku lê nenihêre qur an e ku wisa be em dikarin pereyên xwe nav rûpelên qur anê da veşêrin ooh mîss *

halbûkî merseleya heqê jinan û zewacê di qur anê da lêkolîn bike, bawerîya wî yê serobino be. na yaw dîsa jî lêpirsîn nake çimkî dijî nefsa wî ye bavo..

çimkî ew mêrê rojhilata navîn e, çimkî ew jina rojhilata navîn e. bi şitla hatine mezind kirin..

berdêê..



dengê hafiz xweş e ? *



21.06.2016 12:24 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengê jînen colemêrgê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî