Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 12 peyam
ex machina

ex machina

1. di derbarê "hişa çêkirî" de ye. min li beşa fîlman ya tirşikê zêde kir: Here lînkê

dema mijar tiştek wisa be, ne pêkan e ku temaşe nekim û jê hez nekim. ji temaşekirina vê fîlmê jî poşman nebûm lê hêviyên min jî têr nekirin.

navê robota jin ava ye ku ava îngîlîzîya navê "hawa" ye, yanî di olên mezin de jina yekemîn û jina adem.

di fîlmê de behsa prometheus jî hat kirin. jixwe berî behskirinq wan jî fîlma prometheus hatibû aqlê min. ji ber ku di wê fîlmê de jî pirseke robotekî hebû weke "we çima em afirandin?" û bersiv wisa bû "ji ber ku me diakriya." di vê fîlmê de jî axaftinek wisa hebû, loma fîlma prometheus hatibû bîra min.

bi ya min prometheus fîlmek tijetir bû.



hinek nêrîn û rexneyên min li jêr in;


qaşo caleb bi taybetî komputerek jêhatî ye û di derbarê tiştên weke hişa çêkirî de jî xwediyê agahiyên berfireh e, dîsa jî bi awayeke gelek hêsan ji aliyê ava ve tê xapandin û dibe sedema seerûbin bûna hemû projeyê. jixwe qet behsa kêmasiya tedbîrên ewlehiyê û tenê bi hêsinekê çûna çareserkirina problemê ya nathan, nakim. kêmasiyên wisa nebin, fîlm jî nabin.

ji bo xapandina caleb, diviyabû bingehek saxlemtir hebûya û evqas bi hêsanî neketa dafika avayê.




di fîlmê de motora lêgerînê ya behskirî, bêguman google e. fikra bikaranîna google'ê û lêgerînan ji bo fêhmkirina aqil û hiê mirovan, fikrek cûda û xweş bû. belkî di fîlmê de fikra herî orjînal ev bû.



axaftinên li ser hişa çêkirî, ne kûr bûn. yanî niha em nivîskarên tirşikê di civîneke xwe de bêyî amadekariyekê civata vê meseleyê bikin, em ê jî bikarin ev qas kûr nêzikî mijarê bibin. diviyabû felsefeya meseleyê gelek baştir bihata hûnandin hêviya min ji fîlmê ev bû. weke din dîtina qabloyan û efektan ji bo min ne girîng e.



pûana min ji bo fîlmê 81 e.



10.07.2016 21:40 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3]
(bnr: fantazîyên kurda yên bêsînor)...
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1]
biwêjeke ultra orjînal e..
xwudê ji yê çêkirî û ji yê ragihandî...
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2]
gotineka bav û kal û dayîkan e û xwişka biwêja (vbnr: kîrê kerê di qûn...
hirç û govend kêç û pornografî [2]
Serkeftina kurdan e. Him bi hirçê govend dane girtin û him jî ...
secrets of the neanderthals [2]
Belgefîlmeke nû ye. Di danasîna wê ya li netflixê dibêje: (pal...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî