1. "Gundê heya serxetêêê
Navê wêê bîîra mi têêê
Dibêjinêê 'elaqemşêê,
'Elaqemşêê
Xweş û rewşê
...
Li gundê 'eleqemşê
Ew kom kirin li hewşê"
(Ji stranek gelêrî)
Ev strana jorîn qala komkujîyek li ser xetê dike ku dengvedana wê di wêjeyê û di çanda dengbêjîyê de çêbûye.
Li gel helbestên Cegerxwîn, helbesteke Ferhat îçmo û kovara çira de behsê vî qetlîamê hatîye kirin. Li gel van çavkanîyan di vegotinên devkî de jî bûye mijara berheman. Her wiha neşe özgen jî di gotarekê xwe de behsê vî qetlîamê kirîye (vatanın çerçevesi olarak sınırlar: haco ağa ve alakamış katliamı örneği)
Qetlîam di sala 1926 an de li gundê eleqemşê qewimîye. Eleqemş niha gundekî girêdayî hezexê ye, ew jî girêdayî şirnexê ye. Ev gund di navbera nisêbîn û cizîrê de nêzîkî rêya îpekê ye. Her wisa nêzîkî sînorên rojavayê kurdîstanê ye.
Qetlîamek wisa ye ku ev devleta bênamûs û leşkerên wan berevajî qetlîamên din qet ne xwestîne li dûv xwe ti şopan bihêle, kesek jê bifilite û xilas bibe. Loma pêşî gundî; mêr li hewşekê, jin û zarok li hewşekê kom kirine. Tev bi têlê bi hev ve girêdane. Pêşî ew gulebaran kirine, piştre ji bo ku yê birîndar jî xilas nebin ew bi singu kirîne. Tirkên hov dîsa têr nebûne loma di dawîyê de jî pûş û xernûş danîne Ser wan û agir berdane wan. Li gorî gotinan ji zarokê pêçekê heta extîyaran nêzîka hezar kes di şewatê de mirîne(hevdîtinên hezexê,2014 ji kovara wêje û rexnehejmar : 3)
Kêm kes çend zarok û jin ji vî qetlîamê xilas bûne. Yek jî wan jî pîra torê/qûtê ye. Seyda yê mazin Cegerxwîn jî di berhemên xwe de behsa wê dike. Jixwe Cegerxwîn jî agahîyên qetlîamê ji pîra torê hilgirtîye.
Gelek ravekirinên cûda hene ji bo sebebê vê qetlîamê di esasê xwe de bo vê komara tirkan sebep ne tiştek giringe hema li gorî keyfa xwe kurdan dikujin. Dîsa jî divêtin sebebê herî nêzîkî rastîyê bête gotin ew jî ewe ku şênîyên gundî û haco axa hene ev kesên navborî gelek xîretkêşbûn di doza kurdîstanê de jixwe Cegerxwîn dibêje navbeyna çêbûna bûyerê û serhildan û qiyama şêx seîdê de pêwendîyek xurt heye lewra piştî sikestina serhildana şêx seîd haco axa direve binxetê an go rojava yê. Paşê fermanderên tirkan ji wan re xeberek dişîne û dibêje : "kî vegere gundê xwe, em tişkî bi wan nakin"
Lê tiştek ne hezar tişta dikin û wekî qeşmer û berazan nêzî hezaran kesa hem dikujin hem agir berdidin bedena wan. Û ya herî xirab jî ewe ku nehiştîne ku dengê qetlîamê 'eleqemşê bi gehîte kurda.
gazinda Cegerxwîn li hemberî bêdengîya kurda ;
"Ne rojname, ne Kovar
Kesî ne go: hey hawar"
...
Di helbesta Ferhat îçmo de dengvedana 'eleqemşê:
"Xuşka tey mezin ew eleqemşê
Hate gurandin bêdeng li hewşê
Hate wêrandin bipirs li rewşê
Xwîn xistin xamê ji Bona neqşê
...
Li kelhê dizê bumbe barandin
Destarê mirnê bê hiş gerandin
Zarok bi topa hatin mirandin
Zikê bûkê nû sivîk çirandin"
Nîşe : Hevalê gumgumok vê mijarê bo xwe kirîbu kul û derd.
|