Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
artificial intelligence

artificial intelligence

1. Beşeke endezyariya kombersê an jî zanistên kombersê ye. Bi kurdî mirov dikare jê re bibêje hişê çêkirî. (bnr: kurdiya artificial intelligence)

Mijara wê ya sereke -ji navê wê jî diyar e- çêkirina hiş e. Yanî bi kodan mirov bernameyê dide fikirandin. Yanî bername êdî tiştên ku di kodan de tune ne, dikare bifikire/bibîne. Weke mînak îsal spartekeke me hebû. Mamoste ji me bernameya tespîtkirina zimên xwest. Min ji bo sê zimanan(kurmancî-tirkî-îngilîzî) bernameyek çêkir. Bername ji bo her zimanî ji Wikipediayê 10 gotar dikişîne.(ji bo ku daneyek li cem bernameyê hebe. We dît ji tunebûnê hebûn nayê afirandin) bikarhêner tiştekî dinivîsîne û bername dibêje nivîsa te bi vî zimanî ye. Tabî ev mînakek gelek basît e. Mînakên gelek tevlihev hene. Mesela hişê robotan.

Salek din mekteba min diqede û ez dixwazim master(lîsansa bilind) bikim. Îjar difikirim ku li ser vê beşê bikim. Ka heta salek din tiştek bi min neyê ez ê dîsa li ser bifikirim.



06.08.2016 00:15 ~2016.08.07 19:27 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene