1. helbesteka xweş a emre mûhargînî'ye, helbest eve;
Hemze û Nebî li gund hebûn
Hertim azad û serbixwebûn
Ew bûn nerihet, mizawir û cêrkesan
Sed fend û hîle hebû li bal wan
Çi baxçe û çi parêz, çi zêvî û çi jî rez
Dirûçikandin wekî ku lê kelibîbe pez
Nîvtazî bûn ew hem jî çîmçeqel
Aşaşoka dileyîstin li nav mexel
Herdem li gaz û satar û deşt û çiya
Carna jî ji birçîna dixwarin giya
Ew bûn serwerê deşt û çiya û kaniya
Heçî ti kes wekî wan herdûya nedigeriya
Hemû ajalê Çemê Zivingê ê Jêrîn û Jorîn
Ji destê wan herdûya dinaliyan û digazinîn
Çi fatmok û kirang, çi çivîk û şalûr
Ku xwendina wan dişibiya dengê bilûr
Qijik, zirzûl, reşçêlek û başok
Quling, eylo, kero û kevok
Rûvî, kîvroşk, qirûbeşik, jûjî, mar û masî
Çi ajalê avê, ê jor û jêr hemûya wan dinasî
goleke, marmasî, şipşûl û beneke
penoke, zereke, vbnr: beqmasî) û kereke
Hemû celebê masiya ji ber van herdûya
Ji wan bihate wê’j avê bireviyana çiya
Bi kevir û kevz û qûrtûma digirtin xetek
Ji destê wan nedifilitî ji derman re masiyek
Dema avê digirtin li ser Gola Kûrika
Hemû masiya digirtin bi gir û hûrika
Gava ku dihat gund refa çivîka
Herdûya guh mûç dikir wek pisîka
Berê xwe didan refê bi çetelastîk
Dibarandin li ser wan kevir û xîçik
Heçî ku bi wan dihsiyan beq û req û kûsî
Wisa dibeziyan ku nedigihişt wan ti kesî
Ji satar bigire Newala Kuştiya û Mêrga Şebo
Ta hetanî Newala Kîrdeva û Gohara Gago
Çi newal û kanî, dehl û parêz û zêvî hebû
Herdûya wan wekî kefa destê xwe dizanibû
pirpizêrk, tirşo, kereng, newîşk û ganglok
Guvîj, dendûreşik, belot, baqil û petîşok
Sîrim, pîjik, gelberû û karok
Kelbeş, xerdel, belot û pîvok
Çi nebat û ajal hebûn li çol û çiya
Dinasîn û dizanibûn sûda wan, herdûya
Çi baxçe hebû, çi ê sebze û ê fêkiya
Dirûçikandin j’destê wan nedifiltîn qethiya
Darên Baxçê Hewra ê Qûmê û ê Hewşê
Rojê xwe dibarandin bi kul û nalîn û eşê
Aşê Jorîn û Aşê Jêrîn û Xirbik û Çatî
Digon: “Xwedayo! Çi xezebê b’me de hatî?”
Moskow ku ji bo Stalîn çi bû
Navenda gund jî j’bo wan ew bû
Çi qul û neqeb, çi biroj û çi bişev
Her pêwendî û têkiliya wan hebû bihev
Herdû dişibiyan Xwedayê Xwezayê ê Yewnan
Ew desthilatê çol û xwezayê bû, navê wî bû Pan
|