Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
heyran jaro

heyran jaro

1. Heyran Jaro kilama du evîndarên ku ji hevdu dûr ketine, ji devê keçikê hatî gotin e. Keçikê dema nanê silê çêdike gotiye Heyran Jaro û bakiriye dergistiyê xwe, hêsirên xwe barandine, dukelê dike hêcet û çavên xwe paqij dike. Dergistiyê keçikê jî pezê xwe li şiverêyên çiyê re dibûrîne, dema mazî diçîne ji zinaran de dikeve.



Heyran Jaro ji behra çandî ya Botanê derketiye û li Botanê dema behsa Heyran Jaro bê kirin cara ewil Seyîd Fadil fadil cizîrî tê bîra mirov. Li ber destê me du qeydên Heyran Jaro yên ji devê Fadilê Cizîrî hene, herdu qeyd jî ne pir be jî ji hev cuda ne. Di herdu qeydan de li hin deran cihê bendan hatiye guhertin an jî qeydekî de hin peyvên nû lê zêde bûne hinek jî kêm bûne. Ji ber wê min herdu versiyonên ji devê Fadilê Cizîrî nivîsîn.





VERSIYONA YEKEM



Fadilê Cizîrî - Heyran Jaro

Ji youtubeê guhdar bikin:





Heyran jaro axx

Ma ne wezê j' kulikê te dimirim hey heyy haho

Hey jaro ma ne wezê j' kulikê te 'mirim

Hey belê çavê reş û belek kilê siphanî (jê) nagirim

Yarikê vî zemanî (bi) dev dost in

Wey qelb û dilê xwe kafir in!

Ayy heçîkê yarikê wan kêf û kara dilê wan be,

Milk û emlaka (ji) bav û birakê miho re şêrintir in û çêtir in!

Hê hey jaroo ho ho ho

De bila heyranê'm sax bê

Wey belê dosteka wî jî vê re

Hey de rabe keçkokê, cahêlê vê nanpêjê

Hey yu yê nanik bipêjî yek bavê ser nêva devê sêlê

Kul û meraqê heyranîkê xwe jê

Hey belê çavê xwe paqij'ke hêceta vê dukelê

Hey heyyy hey hey heyy

De bila heyranê'm sax bê

Wey belê dosteka wî jî vê re

Hêhê hayîîîîî ax



Heyran jaroo

Tenûna Sindiya tenûna Sindiya hey heyy hayê hêy

Hey jaro min go ber keviya

Hey belê malan bar kir reşkê reş kona,

E' nizanim ne simbêlê heyranê min sortir in;

Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya!

Hey belê wezê heyranê xwe Cizîrê Banê Xanê nahêlim

Ber gezê mêş û va pêşiyan!

Wezê heyranê xwe bibim zozana Mela Mêrgê zozanê Teya

Ber toz û ecacê va keriya

Wezê destê heyranê xwe bigirim raserê mila Hewrexê,

Min go çêrîna kew û kêvrûşk û va kûviya

Hey jaro ho ho hoo

De bila heyranê'm sax bê

Wey belê dosteka wî jî vê re

Heyy de rabe keçkokê te keçînêê

Hey min go memik hêkê ser hêlînêê

Ma ne zozan xweş e hey delalê wez û tu biçînê

Heyheyy hayîîîîî axx



Heyran jaroo

Çiyakê Cudî bi silsile û heheyy hayê hahoo

Hey belê deştika Silopya Zaxoka Behdînan miqabil e

Hebînîka dinya alemê pûç û betal û derewîn e

Hey yê min û heyranê min jî j' eşqan û dil e.

Hey jaroo ho hoo

De bila heyranê'm sax bê

Wey belê dosteka wî jî vê re

Hey de rabe keçkokê

Bejn  û bal şitila wê bîşengê

Hey belê mala bar kir keriya ketine wê astengê

Min divê herim tewafa xala gerdana yarê

Wey belê keçik vedixelê ji navtengê

Heyheyy hey

De bila heyranê min sax bê haho hahoo

Hey belê babo dosteka wî vê re



Fadilê Cizîrî

 



VERSIYONA DUYEM



Fadilê Cizîrî - Heyran Jaro

Ji Youtube'ê guhdar bikin: di navbera 01:20 - 08:35 de,





Heyran jaro axx

Ax wezê j' kulikê te dimirim hey heyy hahoo

Hey jaro min go wezê j' kulikê te dimirim

Ay çavê reş û belek kilê siphanî nagirim

Yarikê vî zemanî dev dost in

Wey qelb û dilê xwe kafir in!

Wey belê heçîkê yarikê wan kêf û kara dilê wan be,

Milk û emlaka bav û birakê miho re şêrintir in jaroo!

De bila heyranê'm sax bê

Wey belê dosteka wî jî vê re

Ay de rabe min go keçkokê te keçînêê

Ay min go memik hêkê ser hêlînêê

Zozan xweş e wey delalê ez û tu biçînê



Heyran jaroo

Ay tenûna Sindiya hay haay hao

Wey ber keviya, wey ber keviya

Ay belê min go malan bar kir spî dike reş kona,

Simbêlê heyranê min sortir in

J' qurmizê ser destê keçkokê van Cuhiya!

Ay belê min go wezê heyranê xwe l' havînê Cizîrê Banê Xanê nahêlim

Ber gezê va pêşiya!

Ayy wezê delalê dilê xwe nabim zozana

Min go Mila Mêrgê ber toz û ecacê keriya

Ay belê wezê destê heyranê xwe bigrim

Bibim raserê mila Hewrexê,

Pêşberê Ser Xaniyê

Hey belê min go çêrîna kûviya jaroo

De bila heyranê'm sax bê

Wey belê dosteka wî jî vê re

Ay de rabe keçkokê

Bejn û bal şitila vê bîşengê hêhêhey

Ay mala bar kir keriyo ketiye vê astengê hayhay hêy

Ax belê min divê ez herim tewafa xala gerdana yarê

Ax keçik vedixelê ji navtengê

Hayê hayê hayê de bila heyranê'm sax bê

Ay delalê dosteka wî jî vê re



Heyran jaroo

Ax wezê çi rûbara nabînim ji vî ekrabê he xweştiro

Lê hayhayêê hê

Ax heyran jaro min go wezê çi rûbara nabînim ji vî ekrabê he baştiro

Ay belê wezê çi rîhana nabînim ji yê Amediyê reştiro

Ezê çi yarika nabînim ax yarika wey min çêtiro

Ay belê wezê çi dostika nabînim dostika xwe ya kemê spehîtiro

De bila heyranê'm sax bê

Wey belê dosteka wî jî vê re



Ax heyranê minê têto

Herê min go ji Zivingê hayhay hêê

Ax delalê dilê min têto ji Zivingê

Ay belê min go baranê lê kirîbû heriyê xwe avêtibû çeqmeqa vê tifingê

Ay bila tu mêhvanê mala bavê min bûyayî

Şevê nîva şevê min ê bida te jî ba doxînê heyanî ser delingê jaroo

De bila heyranê'm sax bê

Wey belê dosteka wî jî vê re

Ay de rabe keçkokê hê hê cahêlê vê nanpêjê

Ay belê min go tu yê nanik bipêje yek bavêje ser nêva devê vê sêlê

Kul û meraqê heyranîkê xwe jê

Wey belê çavê xwe paqij'ke hêceta vê dukelê

Heyheyy de bila heyranê'm sax bê

Ay belê min go dosteka wî jî vê re

Heyheyheyyy hayîîîî.



 

Di hinek versiyonên ji dengên cuda de ev beşa jêr jî heye, lê di herdu versiyonên min ji devê Fadilê Cizîrî nivîsî de tune ye:



Heyran, heke tu mazî çinî

Xwe zinaran bernede lo!

Heryan jaro, min got ;

Heke tu mazî çinî xwe zinaran bernede.

Heke tu hevala û hogir bî; gotinan li min de!

Na ne wele heke tu heval û hogir bî;

Şevika nîva şevê rabe were.

Destê xwe bavê xal û nîşana gerdenê, sing u berê tu bernede!

Heyanî sehera serê sibê,

Melayê azanê , sitêra sibê li me vede

De jaro  ho ho ho hayê



deşîfraşyon: rênas xendekî



29.08.2016 20:11 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» heyrano
» jaroslav hasek

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî