Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
dengê botan

dengê botan

3. berê li ser jiyan tv dihat weşandin pişt re çû ser kanala özgür gün tv, ji ber ku li gundên botan digere, maliyên me gelek kêfa wan ji vê bernameyê re tê, yekî bi navê mehmet başkurt bernameyê pêşkêş dike, bi kurmanciyeke ecêb diştexile, nedikare bi kurmanciya gundê xwe biştxile ne jî dikare ji heq kurmanciya nivîskî/standart de bê.

çûye gundê min, ewênê jî, mamê min (hacî feyzullah) û jirmama min (wesîla) di bernameyê de derheqê gund de agahiyan didin, dema ji bo bernameyê diçin gund, di rê de erebeya mamê min asê dimîne, ji cizÎrê gazî vÎncekî dikin, lê vînc jî di rê de asê dimîne, dwiyê vîncen din tê bi hawara wan ve û bernameya xwe çêdikin.

gund sala 92ê ji ber ku gundiyan cerdevanî bi ser milê xwe re nebirine, ji aliyê deweta tirk ve hatiye valakirin xirakirin û du cara jî hatiye şewitandin, sala 2015an dema qedexe rabû û çûna gund serbest bû, gundiyan karîn piştî 23 salan herin darî gundê xwe.

di vîdeoya bernameyê de piştî deqeya 6.20 dîmenên gund destpê dikin, piştî deqîqeya 20.42 heta dawiya bernameyê mamê min û jirmama min derheqê gund de agahiyan didin.







26.09.2016 05:06 ~05:08 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengê kobanî
» botan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî