Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
çepotî

çepotî

1. mirovên ku destên xwe yên çepê, ji ya rastê baştir bi kar tînin. di zikê hev de, %10ê mirovan wisa ne. mêrên çepo ji jinên çepo zêdetir in. (bi qasê %20 ji wan zêdetir in)

nêzikî %88-92ê mirovan, destên wan yên rastê serdeerst in.
nêzikî %10, destên wan yên çepê serdest in.
nêzikî %1ê mirovan, bi mezinbûnê re destê xwe yê serdest diguherin. yanî guherbar e.
beşek biçûk ji mirovan (ambidexterity) dikarin her du destên xwe wek hev bi kar bînin. piraniya van mirovan bi eslê xwe çepo ne lê ji neçarî an jî ji ber keyfa xwe, xwe hînî bikaranîna destê rastê jî dikin û wisa li wan tê.
beşek ji mirovan jî nikarin her du destên xwe jî naş bi kar bînin. sedema hinek ji van mirovan heye ku dysgraphia be. yanî nexweşiya nekarîna nivîsandinê.

li ser sedema çepotiyê gelek teorî hatine gotin ku li gorî bawerî û çandan, diguhere. piranî tiştên neyînî ne. lê ger em behsa lêkolînên zanistî bikin;
li gorî lêkolînan, di rehma diya xwe de, zarok zêdetir kîjan destê xwe bi kar bînin, piştî zayînê jî piranî wî destê xwe bi kar tînin. di lêkolîneke 2013an de derketiye holê ku di navbera 6-14 mehên piştî zayînê de %39ê zarokan, di navbera mehên 18-24ê de jî %97ê zarokan meyla xwe didin ser destekî xwe.
dema mirov bala xwe bide beşên mejiyê mirov, tê dîtin ku di hinek çepoyan de di ber axaftinê re, belê mejiyê ku dixebite, li gorî rastoyan hebkî cûda ye. lê ne cem hemû çepoyan, carina weke ya rastoyan e jî.

ger her him dê him jî bavê mirovekî çepo be, wê demê îhtîmala ku mirov bibe çepo %26 e. me gotibû ji bo mirovek ji rêzê, ev rêje bi qasê %10 e, ev jî nîşan dide ku rolek genetîkê jî heye di vê pêvajoyê de.

li gorî lêkolînekê, dema jinek ducanî be û dermanên ku dîetîlstîlbestrol (cûreyeke ostrojenê ku ji bi ku jin ducanî bibin carinan ji bo tedawiyê distînin) dihewîne, bi kar bîne, îhtîmala çepo bûna zarokên wê "yên kurik" zêdetir dibe.

li gorî teoriyek din ku jê re hinek delîl jî hene, ger zarok di malzarokê de sîmetrîk nesekine an jî di pêvajoya zayînê de tevger ne sîmetrîk bin, li gorî vê asîmetrîyê çepotî an jî rastotî derdikeve holê.

behsa bandora ultrasonê jî tê kirin ku qaşo ger dayik ultrasonê bide çêkirin wê îhtîmala çepobûna zarok zêdetir bibe; lê ji bo vê fikrê delîl lawaz in.

welhasil sedema çepotîyê ne yek e û tam nayê zanîn.

dema tên dinyayê, kîloya zarokên çepo hinek kêmtir in û di zayînê de îhtîmala probleman piçekî zêdetir e. neyatiye îspatkirin ku yên çepo li gorî rastoyan aqlê wan hinek kêmtir e an jî kêmasiyeke din ya cîdî ya wan heye.

di hewanên humbanî û kanguruyan de jî çepotî heye.
Here lînkê



01.11.2016 20:18 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çepotî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî