Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 32 peyam
taybetmendiyên nivîskarên kurdînivîs yên ji bakurê kurdistanê

taybetmendiyên nivîskarên kurdînivîs yên ji bakurê kurdistanê

1. - pirraniya wan bi tirkî dest bi nivîsandinê kirine û paşê zimanê xwe li yê diya xwe qulibandin e..

- pirraniya wan di mektebên tirk de mamostetiyê dikin..

- pirraniya wan nikarin ji nivîskariyê nan bixwin û dîsa pirraniya wan ji bo berhemên xwe bidin çapkirin ji kîsî xwe pereyan didin weşanxaneyan..

- yên li ewropayê dijîn xwediyê berhemên zêde zêde ne.. we fêm kir ne..

- birrek ji van nivîskaran gelekî bikaprîs û kompleks in yanî şûr simbêlê wan an keziyê wan nabire.. nivîskariya xwe wekê tehn û minetekî li ser pişta kurdan bar dikin..

- naxwînin belê naxwînin.. dubare û sêbare naxwînin.. ji ber hindê li xwe zêde nakin û her di heman ava şêlo û genî û bêhnpêketî de avjeniyê dikin.. meşhûr e dibêjin nivîskarên kurd ji xwendevanên kurd zêdetir in.. dîsa dibêjin heta nivîskarek kurd kitêbekî dixwîne du kitêban dinivîse..

- wekê hemû kurdan pirraniya wan zirkreş û hesûd û bexîl û dexel û çavnebar in..

- hej polemîkan û popûlarîteyê dikin û hej heyranî û hijmekariya xwendevanên jin dikin yên mêr tabî..



2013.09.10-01:16 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
bariş çakan [2]
Kesê ku ji aliye nijadperestên tirk ve hatiye kuştin. Di derbarê wî de...
amoza [1]
Straneke mizgîn tahir e
...
bariş çakan [1]
kuştina hatî ye serê wî û ya ku dewlet dibêje qet ne yeke . em vê de...
soranîkirina kurmancî [1]
(bnr: sormancî)...
soranîkirina kurmancî [1]
li ser pêşeroja zimanê kurdî de mijareke girîng e. ez ne zimanzan im ...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetmendiyên karakterîstîk yên sempatîzanên pkkê
» nivîskarên ku nikarin lînkan bi saxî û silametî bidin
» yeni turku
» bakurê de tirkî axivtin li gundan
» kurdistanên ewrupayê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî